Saturday, Mijdar 27, 2021

Li başûrê Kurdistanê Navenda Lêkolînên Jineolojiyê

Zanista jin û jiyanê Jineolojî, yek ji zanista bingehîn a şoreşa zihniyetê ye. Bi rêbaza jinê ya lêkolînê rastiyan derdixe holê û çareserkirina pirsgirêkan esas digire. Kargeriyên Jineolojî li başûrê Kurdistanê rola dibistaneke felsefeyê ji bo jinê û tevahî civakê dilîze. Gelek projeyên jineolojiyê yên fikrî, zanistî û hunerî ketine meriyetê û didomin.

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê li Başûrê Kurdistanê hewl dide li dijî şîdeta li ser jinê, xebatên afirandina hêviyê û zindîkirina çanda berxwedanê  pêşbixe. Ji bo vê rêbazên ku bikartîne hem berfirehe hem jî pir aliye. Xebatên Jineolojiyê yên heya niha di çarçoveya konferans, kurs, semîner, panel, belavkirina pirtûkan, geştên zanistiyê û çend projeyên cûda de hatine meşandin û berdewam dikin.

Cara yekemîn konferansa danasîna Jineolojiyê di sala 2012’an de li Hewlêrê pêk hat. Lê piştî wê çend semînerên danasîna xebatê li bajarên cûda yên başûrê Kurdistanê hatibin dayîn jî, xebateke berfireh pêk nehatin. Xebatên Jineolojiyê bi awayeke çalak nêzî du sale li başûrê Kurdistanê pêşketiye û bi sazî dibe. Xebatên di du salan de pêk hatin wiha ne;

Weşanên Jineolojiyê

Di sala 2016’an de Pirtûka, “Destpêkirina Jineolojiyê” hate weşandin. Niha çapa wê ya sêyemîn jî hema bêje hemû hatine belavkirin. Di sala 2019’an de pirtûka ‘Polîtîkbûna hestan, etîk û estetîk û broşûrên Jineolojiyê hatin weşandin. Di sala 2020’î de jî pirtûka, ‘Sedsala 21’emîn dê bibe sala jinê’ hate weşandin. Hem pirtûk hem jî broşurên hatine derxistin li hemû weşanxaneyên başûrê Kurdistanê hatine belavkirin.

Kursên Jineolojiyê

Navenda Lêkolînên Jineolojiyê di sala 2020’an de çalakbû. Li ser vê bingehê 3 kursên yek mehî hatin rêxistinkirin. Her hefte 3 saet jin li Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê kom dibin û li ser mijara bi rêbaza Jineolojiyê çawa dikarin pirsgirêkên xwe çareser bikin, nîqaş dikin. Ji bo rêxistinên jin jî kursên perwerdeyê yên li ser Jineolojiyê, guhertin û veguhertina jin û mêr hatine dayîn berdewam dikin. Panelek jî li ser feraseta Jineolojiyê ya etîk û estetîkê hate dayîn.

Projeya JinART’ê

Jineolojî li başûrê Kurdistanê xebateke jinên hunermend bîne gel hev ya wekî projeya JinART’ê saz kir. Bi perspektîfa ‘Xwebûnê’ 6 semîner hatine dayîn. JinART wê bi boneya roja Têkoşîna bi şîdeta li ser jinê re pêşengehek ku hefteyek bikişîne, rêxistin dike. Wê 7 jinên hunermend tevlî vê pêşengehê bibin. Xebatên JinART’ê li başûrê Kurdistanê her diçe xwe berfireh dike û hewl dide berhemên jinên hunermend  zêdetir bê dîtin û teşwîq kirin.

Pirtûkxaneya berhemên Jinên kurd, arşîv û navenda lêkolînê

Pirtûkxaneya berhemên jinên kurd, arşîv û navenda lêkolînê ku pirtûkên jinan ên çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê wê kom bike, arşîv bike û bike navendeke lêlkolînê ya jinên kurd. Pirtûkxane navenda wê dê li Silêmaniyê be, fermiyeta wê temam bûye û niha 15 endamên wê hene.  Xebatên zêdekirina endaman û diyarkirina amadekirina cih jî berdewam dike.

Navenda Jin a Viyan

Li ser bingeha têkoşîna li dijî şîdeta li ser jinê, li Kerkûkê bi perspektîfa Jineolojiyê navenda Jin a Viyan hate vekirin. Xebatên vê navendê berdewam dikin.

Geştên Zanistî

Ji bo jin dîroka xwe bizanin, li cihên dirokî geştên zanistî rêxistin dike. Heya niha gelek geştên zanistî li Başûrê Kurdistanê hatine rêxistin kirin û ev xebat jî berdewam dikin.

Endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel têkildarî xebatên Jineolojiyê yên li başûrê Kurdistanê hatine rêxistin kirin ji ajansa ROJNEWS’ê re axivî.

Akarsel diyar kir di nava parçeyên Kurdistanê de parçeya herî zêde di mijara jinê de pirsgirêk dijî başûrê Kurdistane û wiha axivî: “Li gorî parçeyên din ên Kurdistanê asta mêrsalariyê li Başûrê Kurdistanê kûrtire. Ji ber vê pêwîstî bi xebateke zêde ya weke jineolojiyê ya zanistî ango fikrî heye.  Me jî xebatên xwe bi vê armancê da destpêkirin.”

Li ser pirsa, “Gelo beriya we xebateke hev şêweyê Jineolojiyê li Başûr hebûye” jî hebûye, “Beriya me xebateke weke zanista jin, zanista hevjiyana azad û zanista jineolojiyê ku taybet bi zanista jin be nebûye. Lê xebatên zanistî yên giştî hebûne. Ancax Jineolojî hem di warê pratîk hemjî di warê teorîk de hinek gavên mezin avêt.”

Nagîhan Akarsel diyar kir herçend wan niha tenê li Başûrê Kurdistanê xebat dabe destpêkirin jî, niha hewl didin li asta Iraqê de jî xebatên xwe berfireh bikin û got: “Navendeke me ya jinê ya li dijî şîdeta li ser jin heye. Lê niha me hewldanên xwe li Bexda jî daye destpêkirin û berdewam dike. Ji bo Başûrê Kurdistanê jî karekî zêde tê xwestin.”

Akarsel dazanîn xebatên wan piranî di asta fikrî û zanistîde ne û wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Xebatên me yên entellektûel û fikrî ji bo tevahî civakê û jina ne. Di vê mijarê de girîngî didin pêşengiya rewşenbîran û mamosteyan. Girînge ku xebatên bên meşandin bi ferhengeke xwe ya taybet bê meşandin. Ji ber vê niha me lêkolînek li gel dayîk û bavên bi temen mezin daye destpêkirin, ji bo ferhenga Kurdî ya berê zindî bikin. Em hevpeyvîn li gel wan çêdikin û hewl didin lêkolîneke zanistî bikin. Bi kurtî dikarim bêjim, tevahî xebatên me fikrîne.  Bi vî awayî dixwazin heqîqeta jin a veşartî ya li Başûr derxin holê.”

Jineolojî di heman demê de hewl dide perspektîfeke zanistî ji bo Tevger û Rêxistinên jin pêşbixe jî, diyar kir wan heya niha qursek ji bo wan daye û got: “Me ji bo rêxistinên jin qursek rêxistin kir, erênî dîtin û daxwaz kirin ev xebat berdewam bike. Ji ber vê em niha li ser projeya pêşxistina perspektîf ji bo Tevgerên jinan kar dikin.

Çavkanî: Jinnews