spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li baxçeyê kurdî kulîlkekê biçîne bila geş be

Demek e di nav mala kurdî de hestiyarî, hêrs û bertekeke weke şînê heye. Maliyên wê ji hev sar in, aciz in bi hêrs in. Gelo çima? Bêguman çavkaniya vê bêyomî, fitne û fesadî, dek û dolabên dijmin û neyaran, dagirker û mêtingeran, nemerd û xêrnexwazan in. Ji bo têgihîştina vê kahîntî ne lazim e. Hinek hestiyarî, çand, bîr û bawerî; dilsozî û welatperweriya kurdînî bes e!

Bêguman ev weke rexneyekê ye li her aliyê siyasî, civakî, komelî, rewşenbîrî hwd ku li ser navê kurd û kurdistaniyê xwedî gotin û kiryar in! Weke rojnamegerekî bêguman di serî de hem rexne, hem jî rexnedana li rojnameger, ragihandin-medya kurdî (bê cêwazî) ye ku bi helwesteke hevgirtî û bi berpirsyariya dîrokî tevnagerin. Mînak, niha weke ku çavkaniya pirsgirêka dagirgehbûna Kurdistanê kurd bixwe bin, ango li pêşiya azadî, bidestxistina maf û çarenûsa neteweyî kurd bixwe asteng bin, êrîşî hev dikin; ji devjeniya li dijî hev bigire heta reşkirin, zimandirêjiya li nirxên neteweyî, yan jî li ser wan siyaseteke derveyî hestên neteweyî û kurdîniyê ku bêtir xizmeta polîtîkayên dagirkeran dike, tê kirin. Bêguman ez ne di asûna şîretkirin û aqildayîna van derdoran de me; her beşa welêt, gel, her rêxistin, sazî û dezgeh xwedî bîr û baweriyeke kûr a dîrokî civakî ye; aqilê xwe jî, stratejiya xwe jî, armancên xwe jî hene. Mebesta min ev nîne. Derdê min, jan û êşa min, di vê werçerxa dîrokî de ku zilhêz plangeriya sed salên pêşerojê li pişt dergehan, li ser maseyan amade dikin; armancên neteweyî, çarenûsa gelê kurd e. Lê hêzên kurdî yên di asûna diyarkeran de, bi gotinekê ji hêrs û hesabên teng ên siyasî-hizbî-takekesî, mîna ku vê rastiyê dixin rêza duyemîn, gorî dikin.

Mîna ku zilm û zordariya dagirkeran ne bes be, kurd jî bi hev re mijûl dibin. Gelo nayê dîtin ku gelê kurd di bin nîrê dagirkeriyê de dinale. Tu heyaman bi qasî vê serdemê bi rûmet û kerameta kurdan nehatibû lîstin; nirxên wan nehatibûn binpêkirin. Wisa bûye ku li her çar aliyê welêt serdestên zilimkar bi awayekî bêşerm û bêrûmet hebûna kurd jî nîqaş dikin.
Li Bakur, serê sedsala 20’emîn çi anîn serê ermen-asûr-rûm-çerkez hwd, çawa ew qir kirin û wisa kirin ku gotina ermen weke ‘dijûn, şerm û bêzariyê’ be, kurd anîne ber fetisandinê. Ji kuştin, zindankirin, hilweşandina gund û bajaran, xirabkirina gorên şehîdan, destdirêjî hwd nirxên ku dest neavêtinê nehiştin.

Li Başûr faşîzma erebên şîa ya pişta xwe dida Îranê, piştî Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ji sê paran du parê Başûr dagir kir, dest dirêjî nirx û destkeftiyên Başûr kir û niha jî bi boneyên cur bi cur dixwazin destkeftiyên mayî jî ji holê rakin; li aliyê dîtir dewleta tirk çawa êrîşî axa Başûr dike, bi kuştin, valakirin, şewitandina gund û jîngehan û hwd gel bêzar kiriye û dixwaze destkeftiyên Başûr bi giştî ji holê rabike, statuya bi berdêlên giranbuha çêbûye tune bike!

Li Rojava dîsa dewleta tirk bi destek û kişkirina efendiyên xwe yên zilhêz û hevkarên xwe yên herêmî çawa ji Efrînê bigire heta Serêkanî, Grê Spî û hwd dixwaze destkeftiyên kurdan ji holê rake û tune bike.

Li Şengalê di serî de dewleta tirk, zilhêzan, şerma dîrokê çeteyên DAIŞ’ê çawa kiş kirin ser civaka êzidî ku weke eslê kurdîniyê tê dîtin û ligel qirkirina fizîkî-olî, çawa bi rûmet û nirxên gelê me lîstin, hê jî dixwazin vê bidomînin. Kobanê bi heman awayî…

Li Rojhilat jixwe sîstema Îranê ku hebûna kurdan nas nake, weke metirsiya herî mezin a li hemberî xwe dibîne û bi rêbazên nerm û hişk her cure qirkirinê li ser gel pêk tîne; ji darvekirinan bigire heta bi birçîhiştin, li ser sînorên dagirkeriyê kuştinan, kurdan weke mirov jî nabîne!

Niha gefa tunekirinê li ser statuya Başûr, Rojava, Şengalê; fetisandina Bakur û Rojhilat didome. Nizanim gelo ev nayê dîtin? Baş e gelo ma ev ne sedemên ku nakokiyên bîrdozî, siyasî hwd çi dibin bila bibin, divê yekrêzî û yekitiyeke ku pêşî li van bigire pêk bê. Gelo çima her cara neyar êrîşî nirxên kurdan dikin, kurd jî hev sûcdar dikin. Li şûna ku li dijî vê dagirkeriyê bibin yek, li şûna ku bêyî ferq û cudatî her kes van êrîşan li dijî xwe û hebûna xwe bibîne, li dij derkeve û civakê arasteyî wê bike; çima hev reşkirin û hev dehfdana li hemêza dijmin, an jî bi hevkariya dijminan sûcdarî û êrîşên şkandina rûmet û xîretê li dijî hev tê kirin? Bi min ne vegotineke vê heye, ne jî bersiveke tu aliyan a maqûl!

Heçko kurdan zû dîroka xwe ya nêz ji bîr kiriye. Mînak, li Rojava, Başûr, Bakur, Şengalê hêj çend sal berî niha kurdan bi gerîla, şervan û pêşmergeyên xwe ve destanên dîrokî nivîsîn. Li Rojava li hemberî hovîtiya DAIŞ’a ku dewlet û zilhêzan xwe li ber nedigirt, çawa gelê kurd bi yek hest, bîr û baweriyê, bi yek deng û alê bergirî kir, derseke dîrokî dan mirovahiyê ka kurd ji kîjan çand û dîrokê tên! Mirovahiyê çawa bejna xwe li ber kurdan tewand û rêz nîşanî wan da. Ev giyana yekitiyê bû, giyana kurdê berxwedêr bû…

Li Zapê, li Rojava, li Şengalê, li Kerkûkê, li Mexmûr-Hewlêrê, li Şêladizê-Amediyê, li Garê bi dehan mînakên vê hene û hemû jî bi serkeftinê tacîdar bûne. Kengî kurd lawaz bûne bizanibin ku ji ber parçebûn, belavbûn û xêrnexwaziya hev çêbûye. Her tim kurd bi yekitiyê bi ser ketine, destkeftî bi dest xistine. Lewre ev demek e heçko ev giyana kurdewar ku ji dîroka kurdan a berxwedêr, şanaz û bi rûmet tê, lawaz bûye, hatiye jibîrkirin. Lewre divê kurd xwe daweşînin, an na li şûna qezencên mezin ên neteweyî, têkçûnên mezin ên giştî pêk bên. Hema mînaka herî dawî ya nexweşeya Kurdistanê ku bi wêneyê Papa re hatbû çapkirin, divê kurd kumê xwe deynin ber xwe û bifikirin ka çawa neyar bi giştî bi dengekî û helwestekê weke ku şûr di dilê wan de daçikandibe, kirin qareqar, li ser dijberiya kurdan bûn yek! Li Garê çawa xwestin konsepta tunekirinê bibin serî û meha sibatê ji bo kurdan bikin meha reş û bêyom! Lê dîsa li kelemê berxwedanê terpilîn. Bi wê serkeftinê kurd hemû şanaz bûn û bi coşa cejnê pîroz kirin. Bêguman ev diyariya herî hêja ya Newrozê bû ji bo tevahiya gelê kurd.

Gelê kurd ne layiqî wê ye ku rûmeta wî di bin lingên serdestan de ewqas bê perçiqadin û biçûkxistin. Kurdistan û gelê kurd ji partiyan, berjewendî û nakokiyên wan pêşdetir e. Hebûn û nirxên kurdan û Kurdistanê nikare ji bo wan bên gorikirin.

Nirx, destkeftî û saziyên kurdan pîroziyên hemû kurdan in û divê kurd hemû bi heman hest û helwestê xwedî lê derkevin; ne ku reş bikin, biçûk bixin û avê bikêşin aşê neyaran!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê