25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bedlîsê 70 kes hatin binçavkirin

Nêzî 700 avahî û kargehên li taxên Ataturk, Devrîm, Gazîbey, Hersan û Muştakbaba yên navenda Bedlîsê, bi Biryarnameya Serokkomariyê di meha nîsana sala 2020’an de weke ‘qada birîsk’ hatibû îlankirin. Dadgehê ji bo serlêdana li dijî vê biryarê, biryara ‘rawestandina birêvebirinê’ da. Tevî vê biryarê jî, ji esnafan hat xwestin ku heta 30’ê tîrmehê kargehên xwe vala bikin.

Polîs duh bi şev ketin qadê û ji kargehan xwestin ku dikanên xwe vala bikin. Esnaf li dijî vê yekê derketin. Polîsan ji ber vê bi awayeke tund êrîşî esnafan kirin. Polîsên ku bi guleyên plastîk û bombeyên gazê êrîşî esnafan kirin, Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê Davût Tezcan jî di nav de, herî kêm 70 kes binçav kirin.

Di heman demê de gelek kesên ku ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin rakirin nexweşxaneyan.