spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Belerûsyayê nerazîbûn berdewam in

Li Belerûsyayê bi deh hezaran kes dîsa herikîn kolanên paytext Mînskê ku tundiya polîsan a li ser xwepêşanderên li dijî hikûmetê û binçavkirina bi sedan kesan şermezar bikin.

Di dema xwepêşandanê de hejmareke leşkerên ku avahîya navenda hikûmetê diparêzin, wek piştgiriyekê bi xwepêşanderan re mertalên xwe nizim kirin.

Li vî welatî beriya heftiyekê xwepêşandêr derketine qadan ku encamên hilbijartina serokatiyê protesto bikin. Xwepêşandan di ji ber nerazîbûna li dijî encamên hilbijartinê dest pê kiribûn.

Li gorî encamên ku ji alî Komîsyona hilbijartinê ve hatibû diyakirin,  Lukashenko, ku 26 sal in li desthilatê ye, ji sedî 80’yê dengan wergirtiye û bi ser ketiye. Li ser aşkerabûna encaman protesto dest pê kiribûn û di pevçûnan de 2 kes hatibûn kuştin û derdora 6 hezar kes jî hatibûn binçavkirin.

Ji bo kêmkirina hêrsa xwepêşanderan desthilatiya vî welatî gelek kesên ku hatibûn binçavkirin serbest berdan lê xwepêşander nerazîbûnên xwe li dijî encaman berdewam in û bi taybetî piştî ku dîmenê Lukashenko yê biçek ê di nav parêzvanên xwe de hatin belavkirin, xuyaye vê yekê hêrsa xwepêşanderan zêdetir kir lewre bi hejmareke zêde gel dîsa daket kolanan.

MÎNSK

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê