19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ber çavan hildiweşe

Dîrok ne tenê bûyer an jî bermahî ne ku di paşxaneya demê de wenda bibin biçin. Bi kartêkeriya xwe ya li ser jiyanê her tim zîndî ye. Bi taybetî avahiyên dîrokî der barê serpêhatiyên gelan de pir tiştan dibêjin. Ew ji bîr û bawerî, zanist, ziman, estetîk û hwd. ya gelan nizilîne û heta roja me ya îro hatine.

Yek ji van avahiyên dîrokî, dêra Surp Sarkîs a li Amedê ye ku ji bo gelê ermen gelek girîng e û bi saya wê em fêrî gelek agahiyan dibin. Dêra Surp Sarkîs ji çar dêrên ermenan ên li Amedê dêrek e ku 500 sal berê hatiye çêkirin.

Dêra ermenan Surp Sarkîs ku gelê herêmê wê wek Dêra Çiltûkê jî bi nav dike, ji bêxweyîtiyê demek dirêj e bi tevahî li ber hilweşînê ye. Dîwarên dêrê bi kevirên reş ên Amedê hatine çêkirin. Dêra kevnar ji bêxweyîtî roj bi roj li ber çavan hildiweşe.

Çarmedorê dêrê vekiriye û ti bergirî ji bo ewlehiya wê xuya nabin. Hem li gor agahiyên kesên li derdorê dijîn hem jî meriv bi çavên xwe dibîne ku hin cihên dêrê hatine kolandin û hin dîwarên wê jî hatine xerakirin û kevir jê hatine derxistin. Tê payîn ku cihên kolandî ji aliyê defînegeran ve hatine kolandin.

Rêveberê Weqfa Dêra Surp Gîragos a Ermenan der barê rewşa dêrê ya niha , hewldanên wan ên ji bo jinûveçêkirinê û astengî û zehmetiyên li pêşiya wan de axivî. Ohanyan diyar kir ku dêra Surp Sarkîs di bin banê weqfa wan de ye û 30-40 sal in di rewşa niha de ye ku bi tevahî li ber hilweşînê ye.

Dêr bêxwedî maye

Ohanyan amaje pê dike ku heta şerê nav Sûrê yê 2015’an malek di hewşa dêrê de hebûye û wê malê xweyîtiyê li dêrê kiriye. Bi despêkirina şer re ew malbat jî ji neçarî mala xwe bar dike û dêr bêxweyî dimîne. Piştî ku kes namîne bergiriya dêrê bike kevirên dêrê tên dizînê. Ohannes Ohanyan ev rewş wiha anî ziman: “Xortekî 14 salî diçe kevir dikişîne kemera mezin bi ser da tê xwarê. Ew xort ji mirinê filitî lê ket qomayê. Ez bawer im ne karê wî xortî bû hinek ew şandine. Me ji walîtî û emniyetê re jî got. Me got qet nebe notirvanek deynin ber dêrê lê heta niha çareseriyek nehatiye peydakirin”

Ohanyan anî ziman ku dêr ji bo dîrok û turîzma Amedê berhemeke pir girîng e lê mixabin xweyîtî lê nayê kirin û ji ber vê jî li erdê maye. Ji bo çêkirina dêrê pir hewl dane lê dewlet xwe nedaye ber çêkirinê. Ji ber ku derfetên wan ên aborî rê nadin, ew nikarin dêrê çêbikin. Ohanyan diyar kir ku zagon û rêziknameyên heyî yên dewletê yên der barê kêmarên olî de rê nadin ku alîkariya kêmaran bê kirin û wiha got: “Dewlet dibêje ji ber ku tapo li ser we ye em çênakin, tapo bidin em çêbikin. Du dêrên me yên din jî hene di nav Sûrê de; dêra katolîk a ermanan û dêra protestan a ermenan. Ji ber ku tapoyên wan li ser dewletê ne, ew jî xera bûbûn lê çêkirin.”

Ohanyan di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew bi Odeya Avahîsazan a Amedê û Odeya Bazirganiyê ya Amedê re axivîne, ji wan xwestine ku ji bo çêkirina dêrê hewl bidin û wiha got: “Germ li meseleyê nihêrtin gotin temam. Mehek e ez lê dinihêrim wan hîn jî gavek neavêtiye. Ji me re gotin ku ew ê li serê bixebitin bo çêkirinê. Gotin ku ew ê çavkaniyan bibînin  û serî li fonan bidin. Gotin karê avahîsazîyî û projeyê dê odeya avahîsazan çêbike. Odeya bazirganiyê jî got ku ew ê ji bo karê temîratê çavkanî peyda bikin.”

Ohanyan anî ziman ku ew ji bo çêkirina dêrê berî qeyûm bavêjin serê, bi şaredariya mezin re jî axîne û şaredarî jî erênî nêzîk bûye lê piştî ku qeyûm hatiye êdî ew hêvî û bendewariya wan jî nemaye.

Dewlet dêrê çênake

Ohanyan herî dawî bang li gel û saziyên civakî yên Amedê kir ku li dêrê xweyîtiyê bikin û got: “Dewlet dêrê çênake, dimîne saziyên civaka sivîl; mesela odeya bazirganiyê, a avahîsazan û hwd. kî dixwaze xweyîtiyê li vî bajarî bike.  Amed bajarê me tevan e, divê her kes bibe alîkar.”

Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Ferît Kahraman jî der barê dêra Surp Sarkîs de axîvî. Kahraman got ku dewlet ferq û meylê dixe navbera olan û ji ber vê nêzîkatiya cudaker dêra li ber hilweşînê ye, çênake.  Kahraman ji bo rewşa wê ya niha hiwa got:“100 sal in di halekî nebaş de ye. Niha kevirên dêrê jê derdixin. Bêxweyî ye û dora wê vekiriye. Ji bo parastinê tiştek nayê kirin. Ji ber tê xwarê bo jiyana mirovan jî xetere ye.”

Kahraman amaje pê kir ku ew dixwazin dêr jinûve were çêkirin lê wek ode derfetên wan tune ne ku çêbikin. Her wiha Kahraman diyar kir ku ew hewl didin bi wan kes û aliyan re têkilî deynin ku dixwazin bin alîkar.

Kahraman herî dawî anî ziman ku wan wek ode bo çêkirina dêrê bi Odeya Bazirganiyê ya Amedê re têkilî daniye û wiha got: “Di bin navê Desteya Koordînasiyonê ya Bajêr de (ÎKK) ku hemû saziyên peywendîdar di nav de ne, em li ser çêkirina wê dixebitin.”