25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ber deriyê sînor li dijî dagirkeriyê meşiyan

Bi pêşengiya KCD, DBP, TJA û HDP, li dijî şerê ku li başûrê Kurdistanê dest pê kiriye li ber Deriyê Sînorê Xabûrê ya navçeya Silopiya Şirnexê ku di sînorê Herêma Federal a Kurdistanê de ye meş, daxuyanî û çalakiya rûniştinê hat lidarxist.

Hevserokê KCD’ê Berdan Oztûrk, Hevserokên DBP’ê Saliha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Parlamenterên HDP’ê Tûlay Hatîmoglu, Dersîm Dag, Hûseyîn Kaçmaz, Erdal Aydemîr, Siddik Taş, endamê MYK’a HDP’ê Salîm Kaplan, Aktîvîstên TJA’yê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan, ekolojîst û gelek kes beşdarî çalakiya rûniştinê bûn. Deriyê Sînor ê Xabûrê ji aliyê leşkeran ve hat dorpêçkirin. Girseya ku li nêzî Deriyê Sînorê yê Xabûrê hatin gel hev, meşek girseyî pêk anî û tim dirûşma “Bimre xiyanet” hat berzkirin. Girse pişt re li ber sînor daxuyanî da. Di serî de Hevserokê KCD’ê Berdan Oztûrk axivî.

Ozturk anî ziman ku gelê kurd ji bo yekitiyê tim amade ye û wiha got: “Li paş me xêzek sînor heye. Lê belê tu wate û girîngiya wî sînorî tune ye. Ji ber ku li ser gelê kurd şerê gelek qirêj tên meşandin. Lê belê gelê kurd tu carî dev ji têkoşîna xwe bernade. Gelek ciwan di vê rêya têkoşînê de jiyana xwe dest dan. Komkûjiya Helepçeyê hat kirin, lê belê me dîsa dev ji têkoşîna xwe berneda. Çima; ji ber ku em ji bo ziman, nasname û axa xwe şer dikin. Em bi dayikên xwe ve hatin li vê derê, ji bo ku vê peyamê bidin. Herêma Kurdistana Federe komkûjiiyan piştguh dike.”

Hevseroka DBP’ê Saliha Aydenîz jî axivî û destnîşan kir ku ji bo ji şer re bêjin “na” îro hatine ligel hevdu û got: “Îro li vê derê sînorek heye, lê belê ev sînorek sûnnî ye. Gelê kurd ji Peymana Lozanê vir de berxwedanek mezin dide. Kurdistan kirin çar parçe, lê belê gelê kurd parçe nebû. Gelê kurd bi sedsalan e têdikoşe. Gelê kurd ji bo Kurdistan bibe yek parçe, ji  bo ziman, çand û nasnameya xwe têdikoşe. Lê belê îktîdara AKP-MHP’ê di neçareseriyê de bisrar in. Îktîdar ku êrîşî çar parçeyê Kurdistanê dike, bi vî awayî dixwaze xwe li ser lingan bigire. Îktîdar dixwaze kurdan bi kurdan bide kuştin û bi vî awayî xwe ava bike.”

Roja yekitiyê ye

Aydenîz destnîşan kir ku hikûmet di polîtîkayên xwe yên tecrîdê de bi israr e û wiha domand: “Her roj êrişên qirkirinên siyasî tên kirin. Êrîşên li dijî Rojava ku hatin kirin û dîsa referandûma Başûr me careke din dît. Bi van êrîşan dixwazin têkoşîna azadiya gelê kurd tasfiye bikin. Di vê pêvajoyê de ku têkiliya dewlet û mafyayê derket holê, dîsa dixwazin kurdan bi kurdan bidin kuştin. Ev şer şer, qedandina gelê kurd e.  Bi vî şerî pirsgirêka gelê kurd nayê çareserkirin. Em bang li gelê Başûr dikin ku ev şer kêrî azadiya kurdan nayê. Gelê kurd bi salane li dijî şer têkoşiya û destkeftiyên xwe bi dest xist. Em van destkeftiyên xwe winda nekin. Em bang li YNK û KDP’ê ku bila bi lîstokên Tirkiyeyê neyên xapandin. Roj roja xwedîderketina li yekîtiya gelê kurd e.”
Piştî daxuyaniyê, girseyê dest bi çalakiya rûniştinê kir. Çalakiya rûniştinê bi dirûşmên “Bijî yekîtiya kurdan”, “Bijî Kurdistan”, “Bijî yekitî” û “Bimre xiyanet” bi dawî bû.