spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bexdayê 2 teqîn

Şaneya rahgihandinê ya ewlehiyê ya Iraqê der barê teqînên li herêma Kerade ya Bexdayê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê teqîna yekemîn bi bombeyeke deng li dijî Bankaya Cîhanê pêk hat ya duyemîn jî li dijî Bankaya Kurdistan pêk hat.

Şaneyê di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em ê kesên ku ew teqîn pêk anîne aşkera bikin û wê cezayê ku heq dikin bibînin, armanca wan teqînan tevlihevî û têkbirina ewlekariyê ye.”

Der barê teqînan de serokomarê Iraqê Berhem Salih jî wiha got: “Ew kiryarên hovane ne û armanc têkbirina ewlekarî û ewlehiya xelkê Iraqê ye. Ev kiryarên qirêj di demekê de hatin kirin ku Iraqê dixwaze hikûmeta xwe ava bike, lewre jî ew van hewldanên avakirina hikûmeteke bihêz û xwedî biryar hedef digirin”.