spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Bexdayê li dijî hilbijartinan meşiyan

Di pêvajoya ku Iraq xwe ji hilbijartinan re amade dike, xwepêşandêr  daketin kolanên Bexdayê. Xwepêşandêran wêneyên kesên ku di bûyerên 2019’an de hatibûn kuştin hildan û banga ‘Dengê xwe nedin kujerên xwe’ li gel kir. Di roja salvegera destpêka xwepêşandanên mezin ên sala 2019’an de gel dakete kolanên Bexdayê û dirûşmeyên li dijî tundî û rewşa siyasî berz kirin.

Xwepêşandêr meşiyan qada ‘Tehrîr’ û wêneyên ciwanên ku di bûyeran de hatibûn kuştin hildan. Di xwepêşandanê de dirûşmeyên wekî “Em dixwazin ku kujer werin cezakirin”, “Emê kengî wan li pişt hesnê zindanê bibînin”, “Em welatekî dixwazin”, “Guhertinê dixwazin û dengê xwe nedin kujerên’ berz kirin.

Hin kesan jî dirûşmeya “Hilbijartina heman kesan tê wateya neguhertinê”, “na ji bo partiyên bertîlxur û gendel”, “Na ji bo siyasiyên qirêj û na ji bo kesên ku em kuştin” berz kirin. Tevî alên Iraqê tev li xwepêşandanan bûn.

Wekî tê zanîn di xwepêşandanên gel ên li dijî hikûmeta Adil Mehdî de derdora ku di sala 2019 de dest pê kiribûn û di encamê de 600 kes hatibûn kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûbûn.