Destpêkirina lûtkeyê bi axaftina Serokwezîrê Iraqê Mustefa El Kazimî dest pê kir. Kazimî bal kişand ser tekoşîna li dijî terorê û wiha got: “ Em napejrînin ku Iraqê ji bo tu welatan bibe bingeha gefan.” Kazimî daxwaz kir ku Iraq vegere rewşa berê û di hemû mijarên sereke ên girêdayî herêmê de bibe xwedî rol û misyon.
Piştî Kazimî Serokê Fransayê Amanuel Macron jî got ku lûtkeya Bexdayê bingeheke başe ji bo avakirina şirîkatiyên nû û bikêrhatiye û wiha got: “Em ji bo ewlekarî û aramiya Iraqê li virin, Iraqê gelekî ji destê şer û pevçûnan kişandiye û em amade ne ku di her warî de alîkariya Iraqê bikin û serkeftin ji hilbijartinên Iraqê re xwest.”
Macron di berdewamiya axaftina xwe de got wiha got: “Hêj teror li Iraq û Sûriyeyê heye û bi dawî nebûye û divê hemû alî hevkariyê bikin ji bo bidawîanîna li terorê û şaneyên wan ê veşartî.”
Qralê Urdunê Abdulah El Sanî jî anî ziman ku hetina wan a vê derê ji bo pêşîvekirina li siyasetê ye û wiha got: “Em ji bo piştgiriya Iraqê tevli vê lûtkeyê bûne.
Serokê Misrê Abdulfetah El Sîsî jî piştgiriya xwe ya bi Iraqê re wiha bilêv kir û wiha got: “Em ê her tiştî bikin ji bo Iraqê dîsa bikaribe bi rola xwe ya dîrokî rabe.”
Serokwezîrê Kuweytê Sabah El Xalid der barê ewlekarî û aramiya Iraqê de wiha got: “ Ewlekarî û aramiya Iraqê bandora xwe li ser ewlekarî û aramiya hemû herêmê dike.”
Di berdewamiya lûtkeyê de wezîrên karên derve yê Tirkiye, Îranê û Erebistana Siûdiyê jî piştgiriya xwe ya ji bo ewlekarî û aramiya Iraqê dan xuyakirin.