24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li beyrûdê şer derket: 5 kes hatin kuştin

Li Beyrûdê tevliheviyeke mezin çêbû û di encama şer de 5 kes hatin kuştin û gelek kes birîndar bûn. Alîgirên Hizbulahê û Tevgera Emel li ber dadgehê civiyan da ku nerazîbûna xwe li dijî biryara der barê teqîna mezin a li perava Beyrûdê bînin ziman.

Li nêzî cihê xwepêşandanê deng teqîn û çekan hat û paşê pevçûn dest pê kir, li gorî agahiyên Xaça Sor a Lîbnanê 5 kes hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne. Li herêma Teyûne ya Libnanê di pevçûnan de roket jî hatin bikaranîn. Piştî wê wezîrê karên hundir ê Libnanê civîneke awarte lidar xist.

Piştî vê tevliheviyê artêşa Libnanê derdora herêma Teyûne dorpêç kir û bang li gel kir ku deverê vala bikin. Artêşê hişyar kir ku her çekdarekî li kolanê bibînin ew dê di cih de wî gulebaran bikin.