20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Biradost riyên 53 gundan hatin girtin

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) riya 53 gundên herêma Biradost girt û qedexeya hatinûçûnê ragihand. Hat gotin ku li ser daxwaza dewleta tirk riyên gundan hatine girtin. Ji şêniyên wan gundan re ragihand ku her kesek biçe nava sînorê hatî diyarkirine, wê bibe hedefa balafirên şer ên dewleta tirk.

Li gorî zanyariyên, PDK’ê bi riya danîna axê li ser riyan û bicihkirina hêzên pêşmergeyên ser bi Fermandariya Helgurt a li derdora gundan, heta niha riya hatinûçûna 53 gundên Biradost girtiye. Her wiha qedexeya hatinûçûnê ragihand. Hinek ji wan gundan ev in, Bêrkim, Deraw, Sinîn, Berbizin, Mêrgereş, Bêrkim û Navdaruk ên dikevin bajaroka Sîdekan a herêma Biradost a ser bi parêzgeha Hewlêrê.

Li gorî zanyariyan, dewleta tirk ji PDK’ê re ragihandiye ku welatiyên wan herêman hişyar bike ku her welatiyek ji berî ku biçin sînorê wan gundan, hêzên PDK’ê agahdar nekin, wê rasterast bibin hedefa balafirên şer.

Girtina riya van gundan ji bo welatiyên li wan gundan sewalvaniyê û çandiyê dikin bûye pirsgirêk. Bi awayek azad nikarin serdana, rez û bexçeyê xwe bikin û sewalên xwe biçêrînin.

HEWLÊR