25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li çar aliyan daristanên Kurdistanê dişewitin

Li Dêrsim, Bedlis, Çewlig û Şirnexê di hefteyên dawî de bi taybetî piştî operasyonên leşkeri agir bi daristanan dikeve. Welatiyên ku dixwazin agirê bi daristanan ketiye vemirîne bi astengiyan re rû bir û dimîne.  Agirê ku li 3 herêmên cuda yên Dersimê bi daristanê ketiye, her ku diçe belav dibin.

Şewata daristanan ku di 17’ê tebaxê de li Dersimê dest pê kir, didome. Li navçeya Xozatê, piştî şewata ku li Çemê Roj ê Geliyê Pilemûriyeyê dest pê kir li Kaniya Firtina Welî ya li Geliyê Mûnzûrê jî agir bi daristanê ket. Li herêmê 14 roj in daristan tê şewitandin lê rayedar ne vedimirînin û ne jî destûrê didin ku welatî vemirînin.

Şewata ku di 29’ê tebaxê de li gundikê Xarsak a girêdayî gundê Conag a navçeya Xorxol a Çewligê derket hêj nehatiye vemirandin. Ewilî welatiyan mudaxaleya şewata li herêmê kir. Welatiyan bertek nîşanî helwesta dewletê dan û bi derfetên xwe mudaxaleya şewatê kirin.  Şewata daristanê didome.

Li Bedlîsê jî şewata ku duh li herêma Ava Weqfê di dora saet 10.00’an de derket hêj nehatiye kontrol kirin. Ligel xebatan jî şewatê beşeke mezin a qada daristanê şewitand. Xebatkarê Miduriyeta Herêmê ya Daristanê yê di xebatên vemirandinê de cih digire diyar kir ku di mudaxalekirinê de kêm dimînin.

Li Şirnexê şewatên ku li du herêmên cuda derketin didome. Li qada Qurta Xanê ya girêdayî Herêma Bestayê ya Şirnexê, şewata ku di 29’ê tebaxê de dest pê kir didome. Şewata ku tê diyarkirin eskerên derketine operasyonê derxistiye, tu mudaxale nayê kirin û eskeran bi hêceta ku “herêma qedexe ye” welatiyên ku ji bo vemirandina şewatê xwestin biçin herêmê asteng kirin.

Li aliyê din, şewata ku di encama bombebarana helîkopteran de, berî 5 rojan li gundê Mêhrîna ya ku girêdayî herêma Bestayê rû da jî, xwe bi xwe vemiriye.