23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li cîhanê 16 milyon birçî ne

Nûner û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), biryar girtin ku li dijî teklîfa hikumetê ya hevdîtinên Girêbesta Komkarî (TÎS), bi dirûşmeya “Ji bo peymana komî ya bi grev, demokratîk û jiyaneke mirovî” ji Edîrneyê û Êlihê ber bi Enqereyê ve bimeşe. Kedkarên cemaweriyê ji baskê Êlihê ve dest mi meşê kirin. Koma kedkaran li pêş avahiya Şaxa Egîtîm-Senê ya Êlihê civîyan. Kom bi pankartek mezin heta Parka Ataturkê meşiyan û daxuyanî dan. Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şukran Kablan Yeşîl û rêveberên KESK’ê, rêveberên HDP’ê û ÎHD’ê jî beşdarî meşê bûn.
Komê pankarta “Ji bo peymana komî ya bi grev, demokratîk û jiyaneke mirovî em têkoşînê bi hev re mezin dikin” vekirin û dowizên “Karê bi ewle pêşeroja bi ewle”, “Ne mulakat, liyakat” , “Bila KHK werin betalkirin” rakirin. Berdevkê Demê yê Platforma Şaxan a KESK’ê ya Êlihê Denîz Topkan diyar kir ku bi milyonan mirov şerê debarê dikin û 16 milyon mirov birçî ne û 50 milyon mirov jî xizan in. Piştî axaftinan kedkarên cemaweriyê li wesayîtên xwe siwar bûn û bi tilîlî û çepikan ber bi Amedê ve bi rê ketin.