19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li cihê du kurd lê hebin, li wir folklor heye

Hejamara 6’emîn a kovara Folklorame hat çapkirin. Di vê hejmarê de 23 nivîsên analîz, berhevakarî, danasîn û lêkolînên li ser folklorê hene.

Kovar tevî nivîsên xwe, bi rengîniya wêneyên xwe jî balê dikişîne. Çend mijarên nivîsên di vê hejmarê de, wiha ne: ji Şirnexê li ser xwarinekê, ji Erxeniyê li ser stranên şînê, ji Mêrdînê li ser qewlêrkan, ji Gurgum û Semsûrê li ser duayên li ser navê xwedê tên gotin, ji Farqînê li ser destana Siyabend û Xecê, li ser toponomiya gundekî Şirnexê, analîza Leyla û Mecnûn… Her wiha nivîseke bi soranî ya latînîzekirî jî di kovarê de heye.

Zargotin beşeke sereke ye

Edîtorê kovara Folklorame Eşref Keydanî, têkildarî kar û xebatên kovara Folklorame axivî. Keydanî despêkê der barê dirûşma kovarê de axivî û diyar kir ku wan vê dirûşmê ji gotinên pêşiyan ‘bav pişt e, dê her tişt e’ dariştiye û hîmê kovarê li ser vê ava kiriye. Keydanî bal kişand ser têgehên zargotin û folklorê jî. Wî got ku her çend li şûna hev werin bikaranîn jî, ev her du têgeh ji hev cihê ne û wiha domand; “Zargotin beşeke folklorê ye. Li gorî zanyarên li ser folklorê xebitîne, gelek beşên folklorê hene. Her zanyar li gorî xwe sîmulasyonek çêkiriye. Di hemûyan de jî zargotin beşeke sereke ye. Wexta meriv li bêjenasiya wê dinihêre, zargotin ew tişt in ku bi zimanê meriv neqil dibin: gotinên pêşiyan, biwêj, çîrok, destan û hwd. Lê di folklorê de xwarin û vexwarin, jiyana gundewar, bawerî, rêûresm, şîn û şahî, îdanî, xwedîkirina sewalan û hwd. hene.”

Mal kaniyên folklorê ne

Eşref Keydanî destnîşan kir ku li bakurê Kurdistanê ji aliyê berhevkariya folklorê ve, hişyariyeke baş heye û li herêmên cuda gelek kesên li ser folklorê dixebitin hene. Keydanî got ku di her hejmara kovarê de, 7-8 nivîskarên nû hene û ji Şemzînan, Agirî, Meletî, Stenbol, Wan, Amedê û li gelek deverên din ên Kurdistanê berhevkarên folklorê xebatên xwe ji wan re dişînin. Wî diyar kir ku cihê du kurd lê hebin, li wir folklor heye û wiha axivî: “Ji aliyê berhevkariyê ve sînorên me tune ne. Malên kurdan wek kaniyên folklorê ne loma jî herêm an jî sînorekî me yê diyarkirî tune ye. Em dibêjin folklora Kurdistanê û ya kurdan.”

Wêneyê gundekî jî girîng e

Edîtor Keydanî bi lêv kir ku kovara Folklorame ji aliyê dîtbarî ve jî gelek dewlemend e û li gorî wî bi qasî nivîsan, wêne jî girîng in ji bo folklorê. Loma jî di her hejmarê de tenê ne nivîs, her wiha cih didin wêneyên zarbêj, şûnwar û deverên berhevkarî li wan hatiye kirin. Keydanî der barê vê mijarê de ev tişt got: “Bandora herêmê, bandora çem, gund û robaran li ser zarbêjan zehf e. Evana jî parçeyên folklorê ne. Folklor tişta tenê bi devî tê neqilkirin nîn e. Wêneyê gundekî jî, ji bo folklarê girîng e.”

Em piştre nebêjin ax û wax

Di dawiya axaftina xwe de Keydanî bang li kesên ku kar û xebatên folklorê dikin an jî dixwazin vî karî bikin kir û got bila ew guh bidin kal û pîr û dê û bavê xwe û dengê wan tomar bikin. Keydanî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Folklora me bingeha neteweya me ye. Hîmê netewebûnê di folklora me da veşartî ye. Qodên me yên civakî, neteweyî hemû di nav wê folklorê de ne. Kî li ku be, bila berhevkariyê bike. Ji bo ku em deh salên din nebêjin ax û wax, divê em vî karî niha bikin. Em bi rehetî dikarin wê tomar bikin; heger em nekin wê di nav dest û lepan de bimire, biçe. Em dikarin folklora xwe bikin milkê neteweya xwe.”