Monday, September 27, 2021

Li cîhê komkujiyê diwar lêdikin

Di 30’ê tîrmeha 1943’an de 33 gundî destê wan girêdayî li kêleka çemê Sefo yê ser sînorê Îranê  bi fermana Orgeneral Mûstafa Mûglali hatin qetilkirin. Komkujî bi hiceta ku gundî di nav sînoran de kolberiyê dikin hat kirin.

Waliyê Wanê M.Emîn Bîlmez ji bo ku têkiliya di navbera rojhilat û bakûr de bê qutkirin dê diwareke li seranserê sînor bide çêkirin. Gundiyên li ser sînor debara xwe bi çandinî û sewalkariyê dikin jixwe ji ber hendekên heyî nikaribûn karê xwe pêk bînin. Heke ew diwar bê lêkirin, dê gundî ji çavkaniyên debara xwe kîlometreyeke zêdetir dûr bên xistin.

‘Dewlet li komkujiyê xwedî derdikeve’

Gundê Sirimli girêdayê navçeya Sarayê ye. Ji 33 gundiyên ku hatin qetilkirin ji vî gundî ne. Cîzeyîr Ozkaplan ê ji gundê Sirimli derbarê komkujiyê de nêrînên xwe anî ziman û wiha got: “ 33 xizmên me yên bêguneh hatin qetilkirin. Hikumet diguherin lê dewlet mayinde ye. Em li bendê bûn ku dewlet lêborînê bixwaze, lê li şûna vê yekê rabûye dîwar lê dike ku wê li ser sînor bibe sedema mexdûriyeteke mezintir. Dewlet bi vê kirina xwe xwedî li komkujiyê derdikeve. Em hîn jî nikarin biçin cihê ku komkuji yê. Di 78 salên borî de ji bo wan kesan hêjî goreke nehatiye çêkirin.”

Ozkaplan  da zanî ku xendek li nava zeviyên wan hatine kolandin û ev tiş got: “Em debara xwe bi çotkarî û sewalkariyê dikin li ji ber xendeq û diwaran em nikarin karê xwe bikin. Ji ber ku diwar di nav zeviyên me de tê lêkirin em ê nikaribin xwe nêzê diwar jî bidin. Wê demê wê karê çandinî û sewalkariyê bi temamî biqede. Ev herêm wê weke herêma leşkerî bê ragihadin.”

Têkiliya kurdan qut dikin

Ozkaplan bi bîr xist ku yekane deriyê sînor ê fermî Deriyê Kapikoyê  û got ku: “ Deriyê fermî salê sê caran tê girtin. Ji ber wî em nikarin bi xizmên xwe yên li aliyê din re bikevin têkiliyê. Bi vî diwarê dê têkiliya navbera me bi temamî qut bibe. Armanca me ne ew e ku li ser sînor bazirganiyê, danûstandinê bikin. Penaberên Efgan çawa dikarin derbas bibin, bi hezaran kes çawa dikarin xwe bigihînin Wanê. Lê em nikarin ji gundê xwe derkevin.”

Endamê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Ejder Ekîncî jî diyar kir ku hewcedariya welat bi diwaran tune û ev tişt anî ziman:m “Bêguman lêkirina dîwar bi hinceta ewlekarî ye. Hewl didin ku danûstandinên kurdan ên bi hev re qut bikin. Dewleta ku fêm kiriye bi înkarê nikare tiştekî bi dest bixe, hewl dide bi astengiyên fîzîkî dest li rewşê werde. Ev dîwar ferasetek li dijî kurdan e.”