23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Çînê di pêşbaziya maratonê de 21 kes mirin

Li gorî ajansa Çînê Xinhuayê li Çînê di pêşbaziya maratona 100 kîlometreyî de 21 werzîşvanan ji ber guherîna hewayî ya jinişkêve jiyana xwe ji dest dan.

Dema maratonê dest pê kir hewa xweş bû lê piştî nîvro bager rabû û teyrok barîn. Dû re germahiya hewayê dakete bin pileya 0’ê û werzîşvanên ku kincên wan ji bo rewşa hewaya bed ne guncav bû  hîpotermî derbas kirin.

Li ser rabûna bagerê re maraton demildest hat rawestandin û tîmeke alîkariyê ya ji 1200 kesî pêk dihat ji bo bigihêjin hewara werzîşvanan dest hilanîn. Ji nav 172 kesên ku beşdarî maratonê bûbûn rewşa 151 kesî baş e lê 21 werşîşvanan jiyana xwe ji dest da.