Wednesday, December 8, 2021

Li çiya çekên kîmyewî û li taxan maddeyên kîmyewî bikar tînin

Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk  a Gelan (HDP), li dijî polîtîkayên fihûş, hişbir û pişaftinê, bi şîara “Em tiryakê têk bibin û jiyana nû ava bikim” di 10’ê îlonê de strata kampanyê dabûn. Di çarçoveya kampanya ku li Amedê hatibû destpêkirin de di serî de li herêmê li gelek bajaran çalakî hatin lidarxistin û kolan bi kolan, kuçe bi kuçe, tax bi tax xebatên agahdarkirinê tên meşandin.

Endama Meclîsa Ciwanan Dîlara Sancar, têkildarî xebatên kampanya “Em tiryakê têk bibin jiyana nû ava bikin” diyar kir ku heta îro di serî de li Amedê li gelek bajaran li tax û kolanan xebat meşandin û wiha got: “Em bi gel re hatin cem hev û me niqaş kir. Me bi bernameyên cuda gel li dijî tiryakê hişyar kir û xist ferqa zerara tiryakê. Em bêtir li tax û kolanan bi gel re hatim cem hev. Em bêtir li ser zerar û talûkeya tiryakê ya li ser civakê axivîn. Li ser mijara maddeya tiryakê çawa hatiye van taxan, bi destê kê bi kîjan armancê hatiye, axivîn. Dîsa li ser jiyana alternatif rawestiyan. Gel jî ev rastî dît û di ferqa vê rastiyê de ne. Em hêz û modela alternatif a li dijî tiryakê ji bîrdozî û dîroka têkoşîna xwe digirin. Me li gelek nokteyên Amedê xebat kirin. Me fînalên xwe yên hefteyî bi şano, konser û civînên gel bi dawî kir.”

Me hêza xwe ji civakê girt

Dîlara Sancar, da zanîn ku şahiyên wan hatin astengkirin û qedexekirin û wiha axivî: “Li taxên ku şahiyên me pêk hatin, bi sedan polîs bi maşîneyên zirxî dorpêç kirin û asteng kirin. Polîsan li ser ciwanên ku xwestin tev li şahiya me bibin di lêgerînê re derbas kirin. Lê van astengiyên polîsan li pêş xebatên me nebûn astengî. Van astengiyan hêz û bandora xebata me ya din ava civakê de nîşan da. Me hêza xwe ji xwedîderketina civakê girt. Me li dijî astengiyan xebatên xwe bêtir kir û me ev astengî derbas kirin.”

Sancar, bal kişand ser encamên xebatên li dijî tiryakê û wiha lê zêde kir: “Di pêvajoya kampanyayê de me gelek xebat kirin.  Me bi van xebatan bandor li ser şêniyên taxê kir. Li van taxan bi temamî tiryak xelas nebû lê êdî kesên tiryakê organîze dikin û difiroşin nikarin bi hêsanî vî karî bikin. Hêz û biryara me dîtin. Girêdana me ya civakê dît. Her çend malbatan em rexne kirin jî em bi hezkirin pêşwazî kirin. Heta niha me li taxên welatparêz xebat kir. Me li taxên ku li ber xwe dane ev xebat kir. Ji ber ku faşîzm li ser van taxan polîtîkayên taybet pêş dixe û dixwaze tora tiryak û fûhûşê pêş bixe me li van xebatan xebat kir. Bi taybetî hêza faşîzmê dixwaze li van taxan bi fihuş û sîxuriyê ciwanên welatparêz ji nasname û çanda wan dûr bixin. Îro ne tenê li Amedê, dixwazin li her kolan û malbatê çanda fihûş û tiryakê pêş bixin. Dixwazin lêgerîna azadiyê û nasnameya kurdê azad bidin ji bîr kirin. Li van taxan hewldanên şerê taybet serdest e. Di her kêlî û deqîqeyê de bi amûrên şerê taybet êrîşî gelê kurd dikin. Dixwazin civakê bê parastin bihêlin. Ev nîşan dide ku pêwist e me li dijî van polîtîkayan her dem û li her derê xwe biparêzin.“

Pratîka şerê taybet li taxa Kaynartepe şên ber e

Endama Meclîsa Ciwanan Dîlara Sancar, bal kişand ser rewşa Taxa Kaynartepe û wiha berdewam kir: “Dema em bixwazin bandor û zerara şerê taybet ên li ser civakê bibînin em tenê li taxa Kaynartepe ya Amedê binerin bes e. Hemû kuçeyên ketin û derketina taxê ji aliyê polîsan ve hatiye girtin. Polîsan nokteyên lêgerînê ava kirine. Li nava taxê bi dehan polîsên tevgera taybet digerin û kontrol dikin. Li ser navê “operasyonên narkotîkê” zext û tundiya derûnî li ser civakê pêş dixin. Li aliyê din polîs kesên tiryakê belav dikin, diparêze. Li ruxmê ew qas venêrtin û kontrola polîsan li taxê zêde, çima li taxê tiryak tê kirîn û firotin? Ciwanên tiryakê dikişînin rahiştine çekan û li dijî hev çekan bikar tînin. Ev wêneyê şerê taybet ê şênber e. Dixwazin bi vê yekê berxwedana li taxê bişkînin. Polîs van pêkanênên li taxa Kaynartepeyê li hemû taxên Amedê pêk tîne û zextên derûnî li ser civakê pêş dixe.”

Sancar, bal kişand ser lîstikên ku di nava civakê de pêş dixe û wiha axivî: “Mînak di nava gel de gote gota “Keça midûrê polîsan ê hatiye tayînkirin bi tiryakê miriye. Midûrê polîsan ji ber vê yekê soz daye ku tiryakê li Amedê xelas bike.” Lê li aliyê din polîsek jin, li ser rêya Liceyê tiryak bi wêre tê girtin. Dîsa hefteya borî di maşîneya çawişê pispor de bi kîloyan tiryak hat girtin. Kesên tiryakê li Amed û Kurdistanê belav dikin diyar in. Mînaka herî hesan Sedat Peker gelek bûşerên şênber ên li ser tiryakê anî ziman. Em dibînin şerekî taybet tê meşandin. Dewlet bi van kiryaran dixwaze kurdan ji rastî û rojeva wî ya esasî dûr bixe.”

Ciwanên tevli tora tiryakê bûne zarokên malbatên welatparêz in

Sancar, destnîşan kir ku dema diçin taxan kesên tiryakê difiroşin û bikar tînin an ji wan direvin an jî wekî ku li dijî tiryakê têdikoşin tev digerin û wiha dirêj kir: “Diyar dikin ku li dijî tiryakê têdikoşin, lê bi tenê ne û kes alîkariya wan nake. Ev kesana di nava taxêde teşîr bûne. Çima serî li tiryakê didin. Ji ber ku ji rastiya xwe direvin. Ciwanên ku tev li tora tiryakê bûne, hemû zarokên malbatên welatparêz in. Wan tev li tora tiryakê dikin û dixwazin wan bikin sîxur. Serçeteyên tiryakê kesên nêzî Hizbullah û faşizmê nin.”

Li çiya çekên kîmyewî, li taxan maddeyên kîmyewî bikar tînin

Sancar, bal kişan ser armanca pêşxistina tora tiryakê û wiha got: “Ji bo li Kurdistanê welatparêziyê xelas bikin berê xwe didin zarokên malbatên welatparêz. Dixwazin ciwanan ji civakê qut bikin û li dijî civakê bikar bînin. Li çiyê çekên kîmyewî û li taxan maddeyên kîmyewî bikar tînin. Bi vê yekê li ser gelê kurd komkujiyê pêş dixin. Em wekî ciwanên HDP’ê her kêlî hîs dikin ku pêwist e em li dijî komkujiyê xwe li her derê bi rêxistin bikin û hêza xwe xurt bikin.

Kesên 45-50 salî jî tiryakê bikar tînin

Endama Meclîsa Ciwanên HDP’ê Dîlara Sancar, bal kişand ser belavbûna tiryakê ya di nava civakê de û ev tişt got: “Tiryak li nava malbatan jî belav bûye. Di xebatê de me dît ku kesên 45 50 salî jî tiryakê bikar tînin. Dayikên ku li çav me ketin û hêsir barandin hebûn. Hem em rexne kirin û hem dua kirin. Me dît ku ev kampanya ji bo gel bûye hevîyek. Vê yekê hêz da me. Em ciwanên HDP’ê hem li Tirkiyeyê û hem jî li Kurdistanê dê li dijî tiryakê civakê biparêzin û li ser esasê moderniteya demokratîk ava bikin. Heta niha me xwe gîhand sedan ciwanan. Ciwanên ku dixwazin taxê li dijî tiryakê biparêzin hene. Ciwanên ku tev li tora tiryakê bûn û alîkariyê ji me dixwazin hene. Daxwazên malbatan hene. Li taxan êdî heta zarokên 10 – 11 salî tiryakê dikişînin. Hema hema li her malê ciwanên ku tiryakê dikişînin hene. Em bi ciwanên tiryakê dikişînin re têne cem hev. Em bi ciwanên ku dixwazin li dijî tiryakê têbikoşin re niqaşan dikin. Ciwanên ku dixwazin tiryakê berdin em derfetên rehabiliteyê didin wan. Dîsa rêbazek din a rehabiliteyê li qadên jiyana civakî em çalakiyên wekî şano, sinema û çandî li dar diin. Piştî me kampanya da destpêkirin me 2 rojan karkeriyek amade kir. Me di vê karkeriyê de li ser zerarên tiryakê û têkoşîna li dijî tiryakê niqaş kirin. Piştgiriya ji bo xebata me zêde ye. Malbatên ku zarokên wan tev li tora tiryakê bûne û dixwazin emanetî me bikin hene. Malbatên me xwe negîhandine wan hene. Malbat ji bo zarokên xwe ji tiryakê rizgar bikin dixwazin tax û bajêr terk bikin û biçin li gundan bi cih bibin. Dixwazin zarokên xwe ji van qadan dûr bixin. Lê ev ji bo malbatan zor e. Faşîzma vê yekê dibînin dest bi guhertina demografiyê dikin. Bi biryarên veguhertina bajêr taxan xera dikin. Îro gelek taxên Amedê di bin vê plana Veguhertina Bajêr de ne. Bi taybetî li taxên Alî Paşa û Lalebey tora tiryakê pir zêde bûye. Malbatên ketine nava vê torê hene. Dixwazin malbatan bikin sîxûr û têxin nava vê tora tiryak û fuhûşê. Agahiyên ku hin kesên ji bo tiryakê bi dest bixin dayik û xwişkên xwe dixin nava tora fuhûşê hene belav bûne. Em bi gelek malbatan re ketin temasê. Malbat dibin alîkar û piştgiriyê didin xebatnên me. Em dixwazin vê xebata xwe bikin civakî û di pêşengiya malbatan de pêş bixin. Me ji bo kampanyayê wextek diyar nekiriye. Ji ber ku xebatek demdirêj lazim e. Ne karekî 3 – 6 mehan e. Ji ber vê yekê heta em encamê bi dest bixin dê xebatên me yên li dijî tiryak û fuhûşê bidomin. Armanca me heta ku em kesên li dijî van polîtîkayan tê bikoşin û bibin endameke civaka demokratîk û xwedî kesayetiya sincî û polîtîk. Em dixwazin li dijî van polîtîkayan kesayetiyên azad û afiriner ên pêşengiya civakê bikin pêş bixin.”