În, Nîsan 16, 2021

Li Şengalê nobeda ‘Parastina Destketiyan’

Li dijî gefên hikûmeta Iraqê yên ji bo destwerdana li Şengalê, gelê Şengalê vê carê jî li çiyayê Şengalê dest bi çalakiya nobedê kir.

Ji danîna peymana 9’ê cotmeha 2020’î ya li ser Şengalê ya di navbera hikûmeta navendî ya Iraqê û rêveberiya başûrê Kurdistanê û vir ve, gelê êzidî yê Şengalê li hemberî peymana ku li derveyî îradeya wî hatiye danîn, bi çalkiyan nerazîbûn û bertekê xwe nîşan dide. Gelê êzidî bi 4 meh in li nav bajêr kon vedaye û ji bo parastina Şengalê piştiriyê dide Asayîşa Êzidxanê. Îro jî li herêma Çilmêra ya Şengalê dest bi çalakiya nobedê kir.

Şêniyên Şengalê serê sibehê berê xwe dan qadê û bi navê “Parastina Destketiyan” dest bi nobedê kir. Hikûmeta Iraqê demek beriya niha gef li Rêveberiya Xweser a Şengalê xwaribû û xwestibû heta 1’ê nîsanê (îro) hêzên parastina Êzidxanê ji herêmê derkevin.

Li ser vê yekê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi hemû sazî û dezgehên herêmê, oldar û rûsipiyan re civiyabû û ragihandibû ku wê li ver xwe bidin.

MXDŞ’ê bal kişandibû ku hemû hewldanên wan ji bo çareseriya bi rêya diyalogê ye, lê eger îradeya wan neyê nasîn û bi ser wan de biçin, wê li ber xwe bidin û banga parastina li destketiyan kiribû.