20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Çola Xwedê!

Şener Ozmen
Şener Ozmen
Weswese 2

Xwedê kesî bêwêne nehêle! Qesda min dîtbarî ye helbet, heke te hiş û bîreke di heman demê de bi dîtbariyê xemilandî –vêga min têderêxist ku xemlandin li vê hevoka ku min dixwest ez bi awayekî din û bi têgihine din saz bikim, naye, ya ku wesweseyên min dinermijîne, pê re pê re dihelîne– nebe, bêgav dimînî ku xwe bispêrî tiştine din; ew jî gelek caran –û di destê gelek bergsaz û afîşsazên kurd de– dibe dîtbariya dijraber; bo mînak (û pirsek); heke li ber destê we wêneyekî Şêx Seîdê Pîran tune be, aya hûn dê wêneyê zabitên (qeterehmên) ku ew bi dar ve kirine bi kar bînin? Heke heya hingê ti şêwekarên kurd çi bi pênûshibrê çi bi boyaxên din wênesûretekî nîgaşî yê Şêx Seîd çênekiribe û tew nedabin çêkirin, hûn dê wêneyê sêdarekî bi kar bînin yan çi? Çima sêdar? Çima wêneyê kêlîkên bidarvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî yên din yên têkoşer? Çima wêneyê qirqirina Dersimê, yê ku jinên kurdan, zar û zêçên wan tazî û îpela û bi qeyd û zincîran ve kirî û doranên wan bi zabitên Roma Reş dorpêçkirî dide xuyanê? Rast e, welê ye, ev jî parçeyeke mêjûya me (trajediya me) kurdan e lê dîtbariya têkildar? Ew ji ku tê, ji ku hatiye û bi kîjan mebestê hatiye kêşan û bûye belge? Wênegiriya leşkerî, çapemeniya ku ji artêşê re kar dike, ne wisan? Lêbelê wer dixuye ku ev alozî ne bi tenê di mêjûya dûr (kevnare) û nêzîk (nûjen) ya kurdan de ye; em bi her awayî ji dîtbariyê bêpar mane, heman gravûr in yên ku em di bergên pirtûkên mêjûyî de –baş e ku bi tenê yên mêjûyî de– bi kar tînin; siwarekî kurd, siwarên kurd û dîsan siwarek… ku gelekên wan hîn başebaş nehatine çespandin wekî berra jî kurd in yan –wek mînak ecem, gurcî, asûrî, ereb, heye ku tirk– ji neteweyeke din in. Raboriyek heye (temam me siwarîyek jî heye) lê çi gava em dibêjin Ji Doh Heya Îro Kurd, pozikê rima wî siwarîyî tê û digihîje îro jî, ma gelo derheqa îro de me çi nîgaş nîn in? Barthes bû digot, “Heye ku şayesa Tuneyîyê bûbûya Livirbûyîn (ez ya/yê dinê her roj dibînim, dîsan jî ez jê bêpar im). Obje li vir e, berra jî li vir e, lê di venîgaşiyê (muxayîle) de her û her kêm e ji bo min.”

***

Nizanim bê hûn carcaran çavek li kovara ‘Ronahî’yê digerînin yan na, di nav hejmarên wê de ji xeynî salix û silûxên têkildarî Şerê Cîhanê yê Duyemîn û çek û posatên dewletên bi qirika hev girtî, çîrok û metelokên li ser rewşa kurdan jî li gorî şert û mercên wan çaxan, çap bûne ku yek ji wan jî axaftineke balkêş e, ku di navbera Celadet Alî Bedirxanî (xwedîyê kovarê) û dota wî Sînemxanê de (xwînereke kovara Hawarêye jî) li ser rewşa kovarê û ‘nexweşikbûna wê’ li dar ketiye (bnr. Ronahî, Sal: 1, Hejmar: 3, Duşemb, 1 Hizêran 1942), ya ku li ser bergê wê wêneyê Winston Churcillî cî girtiye, bi vê jêrnivîsê; “Mister Çorçîl Serekwezîrê Ingilterê Li Tangeke Nû Temaşe Dike”, navê metelokê jî ‘Sînemxan û Resmên Ronahîyê’ ye.

Hejmara Ronahiyê a duduyan derketibû, min jê çend nivişt anîbûn mal. Çavê Sînemxanê pê ket û ji min pirsî:

–Bavo ev Hawar e an Ronahî ye?

Min got: keça min ev Ronahî ye, Hawara nû heta çend rojan wê derkeve.

–Ji kerema xwe ka yekê bide min?

Min niviştek da Sînemxanê. Ronahiya xwe kire ber xwe bi dîqet li resimên wê temaşe kir. Piştî ko temaşe xwe qedand, serê xwe hilda û gote min:

–Bavo ev Ronahî ne qenc e, a din jê çêtir bû.

Min got: keça min, ji berevajî ev Ronahî ji a din qenctir e, resimên wê bêtir in û bi tevayî ji a nivişta pêşîn lihevhatîtir e. Sînemxanê li min vegerand û got: na Bavo, ev Ronahî ne sipehî ye. Resimên tê de hemî resimên apê ingilîz û eskerên apê Lézgo ne –yanî frensiz, tu resimên kurdmancan tê de nînin. Di a din de resimên kurdmancan hebûn; kurdmanc direqisîn.

Li ser vê yekê Celadet tîne dibêje; “Belê Sînemxan xebera te ye. Lê tu dizanî ko dinya şer e û her tişt giran bûye, em nikarin ji nû ve klîşan bidin çêkirin. Bi klîşeyên hazir û berdest em bes dikin. Kanî resimên kurdmancan, ji xwe resimên kurdmancan li nik me nînin.”

Di rûpelên ku ev metelok (anekdot) tê de hatiye weşandin de jî (rûpelên 30 û 31an), ji qewlê Celadetî ve çar klîşeyên şerî hene; Topege Tangşikên Ya Ordiwa Ingîlîzî, Ji Eskerên Frensa Aza Hêştirsiwarên Beriyê, Klîşa Jorîn: Frensizeke tîhin cewdikê avê bera ser xwe daye û avê vedixwe, Klîşa Jêrîn: Topeke Italyanî a balafirşikên. Frensizên aza ev top ji Italyanan standiye û niho bi vê topê bera balafirên Italyanan didin. Barthes, di xwendina xwe ya nuwaze de qala vê tundîya di wêneyan de dike, ya ku hîn ji serê serî de weke mijareke çandî (studium) têlkildarî wê bûye, vê yekê (bi gotina wî vê punctumê) êdî weke tiştekî ku aydê teşeyê be nabîne, çi ku ji xeynî hûrgilîyan, rastî hin punctumên (xalên) dilşewat jî dibe, hingê tîne dibêje “Ev hebû”,  êdî gotinên Celadetî berceste dibin, resimên (wêneyên) kurdmancan li nik me nîn in, yên ku Sînemxanê daw û doza wan dike.

Nemerdî nake û radibe diçe resimekî xwe yê digel Cemşîd tîne û dide destê bavê xwe, dibêje:

– Ev e ji te re resimekî kurdmancan, ma ez û Cemşîd em ne kurdmanc in?

Cemşidê ko heta hingê têkilî şitexaliyê nebûye, gava navê xwe dibihîse, bêyî ko zanibe bê qala çi dikin, berê xwe dide wî û dibêje;

– Belê Bavo, ez jî kurdmanc im, ez torinê Mala Azîzan im.

“Zarowan zora min biribû, min nizanîbû ez ji wan re çi bibêjim. Heq di destê wan de bû lê min nedikarîbû ez daxwaza wan bînim cih. Min resima wan kire kûrika xwe û berê xwe da çapxanê.”

Axir min got, em bêpar mane, hinekan em bêpar hiştine û di vî warî de em hîn ji “Ev hebû”yê çîçkek jî bi pêş de neçûne. Belkî jî divê em rê û dirbên nû yên vedîtin û xwendinê (li ser asta nihêrîna li mêtingeriyê, li çanda wê ya dîtbariyê û hiş û bîra wê ya nûjen ya bi dîtbariyê afirandî) bibînin, ji xeynî pozikên rimên bavkalikên xwe yên dêrîn yên ku cîtî dilê îroya me jî dibin, ji bo danana arşîveke hişwerane ya dîtbariyê xebateke bi rêk û pêk bikin. Mûsa Anter, çaxa qala meseleya xwe û çapa rojnameya Ileri Yurdê dike, dibêje; “Lêçûnên rojnameyê gişî li ser min û Canip Yildirimî bû. Gava min ji xwediyê rojnameyê Evdirehman Dolakî re qala bimirêsiya nivîsan kir ku qet nedihatin xwendin, wî ji min re got, kekê mişk bela xwe di balorê (merdane) dane, hibrê nastîne…”

Nexêr em ne bêgav in, çend wêne û klîşeyên din jî divêt hebin ku em têxin bêrîkên xwe û ji îro de berê xwe bidin çapxaneyên li dahatûyê, yan na bi mishefa we xwendî, li vê Çola Xwedê ji bilî nîgaşa sîsarikên ku goştê berateyan ji niqûlên hevûdin direvînin, dê tiştekî me nemîne!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê