18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Colemêrgê du kes hatin birîndarkirin

Li Rûbaroka girêdayî Colemêrgê li gundê Çemêkûrkê di 18’ê gulanê de du welatiyên bi navê Celîl Ekincî (17) û Şahap Şendol (23) ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatin birîndarkirin. Hat gotin ku bi hincata her du welatî qaçaxçîtiyê dikin, hezên ewlehiyê bêyî ku wan hişyar bikin gule berdan wan.

Salek berî wî birayê wî hatibû birîndarkirin

Xizmên birîndaran û welatiyan her du ciwanên birîndar gihandin nexweşxaneyeke girêdayî Başûrê Kurdistanê. Hat ragihandin ku Şendolê ji destê xwe birîndar bûbû ji nexweşxaneyê derket lê tedawiya Ekînciyê ku ji zikê xwe birîndar bûbû hê jî didome. 

Parlamanterê Partiya Demokratîk a Gelan yê Colemêrgê Saît Dede dîmenên birîndarbûna ciwanan parve kir.

Tê gotin ku birayê Celîl Ekincî, Reşat Ekîncî jî bi heman awayî di 31’ê kanûna 2020’î de li heman herêmê ji aliyê hêzên ewlehiyê hatibû birîndarkirin.

Leşkeran li birîndaran temaşe dikir

Reşat Ekîncî der barê bûyerê de axivî û wiha got: “Birayê min serê sibehê bi hespa xwe derbasî başûrê Kurdistanê bûye. Dû re xizmê me Şahap Şendol ê ku heywan xwe winda kiribû dîtiye û çûye ba wî. Di rêya hatinê de, ji qereqola li kêleka rê bêyî tu hişyarî bê kirin gule hatine berdan. Pêşî hespa birayê min birîndar dibe û birayê min jî ji pişta xwe birîndar dibe. Gule ji qefesa wî derketiye.

Wekî Ekîncî destnîşan kir û wekî di dîmenan de jî dixuyê leşkeran bi tu awayî alîkariya birîndaran nekiriye û dema ew çûne cihê bûyerê dîtine ku her du hespên me hatine kuştin. Hê jî tedawiya Celîl Ekîncî min dewam dike.