spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Colemêrgê tora fihûşê

Rojnameger Rûşen Takva, li ser hesabê medyaya dîjîtal agahiyên tora fihûşê parve kirin û destnîşan kir ku li Çelê û Colemerge tora fihûşê hatiyê avakirin. Takva anî ziman ku tora fihûşê bi destê cerdevan û çawîşên pispor tê pêşxistin.

Li bajarên Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn, Amed, Wan û gelek bajarên din demek e agahiyên tora fihûşê belav dibin. Herî dawî têkildarî tora fihûşê Rojnameger Rûşen Takva agahiyên balkêş li ser hesabê xwe yê twîtterê parve kir. Takva, anî ziman ku tora fihûşê ji aliyê sercedevan û çawişên pispor ve tê pêşxistin û wiha got: “Çawîşên pispor û sercerdevan li ser navê ‘hevaltiyê’ piştî ku jinên zewicandî bi heban bêhiş dikin, tecawizî wan dikin û weneyên wan ê tazî dikişînin.”

Takva, bal kişand ser agahiyên ku çawîşê pispor ê xwe ji torê xelas kiriye û ev agahî parve kir: “Li Colemergê çawîşê pispor ê ku ji bo xilaskirina torê hatibû erkdarkirin anî ziman ku cerdavanên ku li navçeya Çelê peywirdarin ji wan re peyama ‘Jinên xwe û keçên xwe ji destên wan xelas bikin’ şandiye û di berdewama peyamê de dibêje ‘Çeteyên fihuşê ku di navde cerdavan û jinên wan, bi jinên zewicandî re hevaltiye dikin û hişbirên ku ji Îran û navçeya Gewerê tînin wan jinan bêhiş dikin û wêneyên wan dikişînin.’ Çawîş di berdewama peyamê de dibêje “Tora çeteya fihûşe ji jinên ku hatine xapandin lîsteyek çekirine û wêneyên wan ê tazî difroşin cerdevan û çawîşên pispor.”

Takva, herî dawî di parvekirina xwe de, wiha cih da gotina çawuşê pispor: “Hevjîna min gava ku ji vê bûyerê agahdar bû dev ji min berda. Ez dixwazim ku hinek kes biçin gilî bikin. Ez û 4 çawîşên pispor û polîsek, em ê bi delîlê di destê xwe de biçin îfade bidin.”

Rojnameger Takva destnişan kir ku di nava peyamên bi wî re hatine parvekirin de wêne û videoyê zayendî jî hene.

Di 2013’an de li navçeya Midyada Mêrdînê cerdevanan tecawizî jinekê kiribû. Jina bi tecawizê re rû bir û ma dawî li jiyana xwe anîbû. Di 2020’î de jî li Êlihê Çawîşê Pispor Musa Orhan, tecawizî Îpek Er kiribû. Piştî Musa Orhan nehat cezakirin, Îpek Er dawî li jiyanaxwe anî.