spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrsim, Şirnex, Mêrdîn û Colemêrgê daristan dişewitin

Di meha tebaxê de piştî operasyonên leşkeri li gelek herêmên Kurdistanê daristan dişewitin. Bi taybetî piştî operasyonên leşkeri agir bi daristanê dikeve. Dema daristan tê şewitandin, rayedar mudaxale nakin û destûr nadin welatî mudaxale bikin. Welatiyên dixwazin mudaxale bikin jî ji aliyê leşkeran ve tên astengkirin.

Li gundikê Koçerî ya gundê Kurukaymak a girêdayî navçeya Xozat a Dersimê, di 18’ê tebaxê de agir bi daristanê ket û 6 roj in didome. Piştî operasyona leşkerî agir bi daristanê ketibû. Rayedar mûdaxale nakin û qadek mezin a daristanê şewitî. Her diçe agir belav dibe û operasyona leşkerî didomin. Li Çiyayê Cûdî yê ku dikeve herêma Zêrî Kerr a Şirnexê, di 19’ê tebaxê de agir bi daristanê ket. Rayedar destûrê nadin welatî mudaxale bikin û agir li der û dorê belav dibe. Sedema derketina şewatê nehat zanîn.

Di 20’ê tebaxê de li herêma Girêhirmo şewat derketibû û xwe bi xwe vemiribû. 15’ê tebaxê li Çiyayê Goman ê gundê Nêrkolê yê bi ser navçeya Şemzînana Colemêrgê şewat derketibû. Ji bo ku agir bê vemirandin ji tu mudaxale nehat kirin. 4 roj şûnde agir bi xweber vemirî. Bi hezaran dar şewitîn.

Gundiyên li herêmê dijîn diyar kiribûn ku ji aliyê rayedaran ve xebatên cemidandinê nehatine kirin û bi fikarin ku careke din şewat dest pê bike. Demek şûnde şewat careke din dest pê kir.

Hat diyarkirin ku şewat di encama topbarana Çiyayê Gomanê ya ji aliyê 34’emîn Fermandariya Tugaya Hidût a Şemzînanê ve pêk hatiye derketiye.

Di 16’ê tebaxê de li gundê Batê yê navçeya Midyada Mêrdînê agir bi daristanê ket. Di encama mudaxilekirina gundî û tîmên agirkujiyê de hat vemirandin. Şewatê bandor li 50 donim erd kir.