Wednesday, December 8, 2021

Li Dêrsimê nebateke bitehm û feyde: Sîrên çiyayî

Dêrsim, bi xwezaya wê ya bedew a wekî xeyalekê di dilê welatiyan de cihê xwe digire. Welatî her havînê ji bo ger û geştê berê xwe didin bajarê di hembêza çiyayên bedew de. Hin kes di nav xwezayê de bêhna xwe vedidin, hin kes jî berê xwe didin xwezaya wê ya dewlemend a ku nebatên cur bi cur lê şîn dibin. De ka werin em di nav çiyayên Dêrsimê de bikevin lêgerîna sîrên çiyayî yên ku tenê li vê herêmê şîn dibin.

Li serê çiyayekî dest pê dike jiyan. Çiyayê bilind dibe dermanê mirovahiyê. Çav têr nabin ji temaşekirina heybeta çiyayan. Dengê çem hênik dike dilê kewandî, dar dibin stargeha mirovan. Her demsalek aramiyeke xweştir tîne bi xwe re. Her bihar destpêkek e, kelecanek e û hilberînek e. Amadekariya demsala herî hilberîner a havînê ye.

Kurdistan xwedî erdnîgariyeke wisa ye ku bi çiya, zozan û çeman rapêçayiye. Xwezaya wê ya dewlemend li her herêmekê bûye wekî tabloyeke herî xweşik a wênexêzan. Welatî her sibeh çavên xwe li bihûştekê vedikin. Dilê wan germ dibe, aram û bextewar dibin.
Li Kurdistanê yek ji bajarên ku bi xwezaya xwe ya dewlemend bi nav û deng bûye bajarê Dêrsimê ye. Bajarê ku di hembêza çiyayan de ye, bi xuşexuşa çemê Munzûrê aram dibe. Bajarê Dêrsimê xwedî xwezayeke ewqasî dewlemend e ku nêzîkî 300 cure nebatên ku tenê li Dêrsimê şîn dibin hene. Yek ji wan nebatan jî sîrên çiyayî ne. Her çi qas li herêmê wekî sîrên çiyayî hatibin nasîn jî ji ber ku tenê li herêma Dêrsimê şîn dibin wekî sîrên Dêrsimê jî tên zanîn.

Sîrên ku gelek feydeyên wan digihin tenduristiya mirovan li quntarên çiyayan hêşîn dibin. Her çiqas di salên dawî de hewldaneke çandiniya wan hebe jî şêniyên herêmê bi piranî wan ji çiyayan kom dikin. Sîrên çiyayî di mehên biharê de zîl didin û heta dawiya meha tebaxê digihin. Sîrên xwedî feydeyên zêde, divê di mehên tebaxê de werin çinîn. Di hundirê gihayê sîran de tovê sîran heye. Wexta ku berî dema xwe werin çinîn ew tovê wan nakeve nav axê û saleke din li heman cihî sîr şîn nabin.

Çinîna sîran a berî demsala xwe ji bo berdewamkirina cureya wan hatiye qedexekirin. Berî dawiya tebaxê welatî bi tu awayî naçin çinîna sîran, li bendê dimînin ku tovê xwe bireşînin û amadekariya sala pêşiya me bikin. Di dawiya meha tebaxê de welatî di kelekela wê havînê de dest bi çinîna sîrên ku tenê li herêmê şîn dibin dikin. Ji ber ku meha tebaxê pir germ e, şêniyên herêmê serê sibehê, bi hilatina rojê re tûrikê xwe diavêjin ser milê xwe û berê xwe didin çiyayan.

Sîrên çiyayî ji ber ku jixweber heşîn dibin hemû ne li cem hev in. Divê mirov demek dirêj pê re derbas bike û lê bigere. Ev yek jî çinîna sîran hinekî zehmet dike. Lê belê ji bo şêniyên herêmê ev ne zehmetiyek e, wekî ger û geşteke li xwezayê ye.
Welatî di lêgerîna sîran de pir baldar tevdigerin. Hêdî hêdî gav bi gav dimeşin û bi baldarî li derdora xwe dinêrin. Dibe ku di binê kevirekî de an jî di nav hin gihayan de sîrek şîn bûbe.
Çinîna sîrên çiyayî ne hêsan e. Ji ber ku sîr di binê axê de ne, ji bo derxistinê hêzek ji wan re divê. Welatî ji ber vê yekê, bi alîkariya dasikekê sîr ji binê erdê derdixin. Piştî ku sîran ji binê erdê derdixin gihayê wan paqij dikin û sîr dikin nav tûrikê li ser milê xwe.
Helbet cudahiyeke sîrên çiyayî heye ji sîrên din. Sîrên ku li hemû deveran şîn dibin xwedî gelek dendik in. Lê belê sîrên çiyayî yên Dêrsimê tenê wekî dendikekê şîn dibin. Libê wê ji sîrên din mezintir e. Xwezaya dewlemend xwe bi xwe nû dibe. Bi tena serê xwe tehmên ji hev xweştir û bifeydetir digihîne mirovahiyê. Mirovan ber bi xwe ve dikişîne, dibe qadeke dewlemend a sûdwergirtinê.

Taybetiya ku sîrên çiyayî girîng dike ne tenê guherîna şeklê wan e. Her wiha ji aliyê feydeyên xwe ve jî ji sîrên pirdendikî cudatir in. Bêhna sîrên çiyayî ne gelekî dijwar e. Lê belê tama wan gelekî xweş e. Sîrên çiyayî ji êşa mîdeyê re pir baş tên. Her wiha tê zanîn ku sihetê didin beden û nahêlin mirov zû bi zû bi nexweşiyan bikevin. Antîoksîdana sîrên çiyayî ji ya sîrên din pir zêdetir e. Her wiha feydeyên van sîran digihêje nexweşên tansiyon û nexweşên şekir jî.

Sîrên ku di hênikahiya sibehê de têne çinîn, piştî nîvro li bazarê cihê xwe digirin. Ji ber ku sîr hemû ne li cem hev in, di rojekê de mirov nikare gelek sîran bicivîne. Welatî herî zêde an kîloyekê an jî du kîloyan diçinin.
Sîrên çiyayî hem li herêma Dêrsimê hem jî li bajarên derdorê gelekî bi nav û deng in. Ji ber vê yekê her kes dixwaze ji feydeyên wan sûd wergire. Li bazaran di demeke kin de tên firotin. Ji ber ku sîrên çiyayî tenê li Dêrsimê şîn dibin û ne di nav erdan de tên çandin di salekê de li gor daxwaza mirovan kêm kom dibin. Ji ber vê yekê bihayê sîrên çiyayî ji sîrên din zêdetir e. Lê wexta mirov keda di çinînê de bîne ber çavê xwe bihayê wan li gor keda xwe ne zêde ye.

Xwezaya Dêrsimê li gel dîtbariya xwe ya newaze bi tehmeke cuda xwe digihîne welatiyan. Welatî hem di xwezayê de bêhna xwe vedidin, hem jî ji nebatên xwezayê sûd werdigirin. Sîrên çiyayî yên herêmê bi taybetiyên xwe û bi feydeyên xwe dibe xelekek, tev li taybetiyên Kurdistanê dibe û di nav rengên welat de cihê xwe digire.