19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrsimê skeletek 5 hezar 500 salî hat dîtin

Li navçeya Pertekê ya Dêrsimê di encama lêkolînên arkeologan de li Girê Tanzê (Tozkoparan) skeletekî zarokan ê 5 hezar û 500 sad beriya zayînê hat dîtin.

Skeletê ku der barê dîroka neolitîkê ya di navbera 5 hezar û 7 hezarî de agahiyan dide me li Muzeya Dêrsimê ye û dê li serê lêkolîn bên kirin.

Têkildarî vê berhema xwedî dîrokeke 5 hezar û 500 sal berê lêkolînerê ji Zanîngeha Ataturkê ya Erzeromê Dr. Umut Pariltili axivî û diyar kir ku mirovên wê demê ev skelet bi boneya rîtûelên wê demê, li cihê ku jiyana xwe domandine, têxistine binê erdê.

Dr. Pariltî da zanîn ku ev nêzî mehekî ye lêkolînên wan li vî girî didomin û ev tişt anî ziman: “Di vê pêvajoyê de me skeletekî 7 hezar û 500 sal berê derxiste holê. Bermahî bi piranî me di nav avahiya mîmarî de dîtin. Bi taybetî di van depoyan de têkildarî jiyana rojane bermahiyên dewlemend, kar û berên jinan a ku kedeke mezin dane, derketin holê.”

Dr. Umut Pariltili der barê skelet de wiha got: “Bermahiyên bi vî rengî ji bo dîroka mirovahiyê gelekî girîng in û em pê kelecanî bûn. Ji ber ku dê ev skelet der barê çanda wê heyamê de agahiyên berfireh bide me. Ev skelet herî kêm xwedî dîrokeke 5 hezar û 500 sal berê ye. Ev zarok ji ber nexweşiyeke travmatîk miriye.”