spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dîasporayê derûniyê bindestiyê

Azad Kurdo

Başî jî xerabî jî tev bi perwerdehiyê derdikevin holê. Mirov çiqas bi perwerde bibe ewqas pêş ve diçe. Êdî bi awayekî berfireh dikare bifikire. Perwerdehî ne tenê ew e ku mirov biçe zanîngehê û beşekî bixwîne û bawernameyekê werbigire.

Perwerdehî zanîna dîrok, çand, huner, ziman û kevneşopiyê ye. Mirov dema dîroka xwe bizanibe bala xwe dide ziman, çand, huner û kevneşopiyên xwe jî. Ev jî hişmendiya netewebûnê derdixe holê. Mînak eger mirovek xwedî hişmendiya neteweyî tiştekî biafirîne, ew kes ji gelê xwe re dibe pêşeng û mînakeke mezin. Nifşên nû jî ji pêşengên xwe bandor werdigirin û li ser hişmendiya neteweyî dimeşin. Lê ew hişmendî jî bi piranî bi saya dewletê xurttir dibe. Lewre eger mirov xwedî dewletekî be, mirov ji xwe bawertir dibe, xwe ewlekar hîs dike, bi saya hîskirina ewlehiyê jî meriv dest bi afirandina tiştan dike. Digel vê yekê jî mirov dixwaze pêş ve biçe û zanîna xwe zêdetir bike.

Bindestî û penaberî

Lê belê mirov ji sedî sed van tiştan nikare ji bo gelê kurd bibêje. Gelê kurd her tim di axa xwe da bindest û penaber bûne. Ji ber vê yekê têkoşîna me ya herî mezin jî rizgarkirina jiyana me bûye. Vê bindestbûnê jî derûniya me gelekî serûbinê hev kiriye. Bi sedema wî em nikarin di welatên azad de jî kordîne bibin û hebûna xwe birêxistin bikin.

Li Almanyayê rewşa kurdan

Lê ev nayê wateya ku ji sedema bindestiyê kurd dê nikaribin tiştekî bikin. Ji bo mînak rêjeya kurdên ku li dîasporayê dijin gelekî zêde ne. Bi taybetî jî li Almanyayê rêjeyeke mezin ya kurdan heye. Bi qasî ku tê gotin tenê li Almanyayê ji milyonekî zêdetir kurd hene. Her wiha piraniya wan edî bûne nîştecihê Almanyayê. Di heman demê de gelek kes hene ku li vir ji dayîk bûne û hemwelatiyên Almanyayê ne. Ev kes xwedî nasnameya Almanyayê ne. Dikarin ji her tiştî îstîfade bikin.

Mînak dikarin partiyeke siyasî ava bikin, di hilbijartinê da ray bi kar bînin, saziyekê vekin, di karên fermî da bixebitin, mamostetî an jî bijîşktiyê bikin, dikarin bibin namzet ji bo parlementeriyê û hwd. Bi kurtasî ji hêla fermî ve ji bo her tişt azad in. Lê dîsa jî nikarin di nav siyaseta Almanyayê çalak bibin. Di heman demê de nikarin parlamenterekî kurdewar jî derxin. Ne tenê di siyasetê de, di jiyana rojane de jî ne çalak in. Tenê li Berlînê bi piranî bazirganên mezin kurd in. Lê dîsa jî nikarin yekîneyekê ava bikin û hebûna xwe nîşan bidin.

Piraniya zarokan kurdî nizanin

Piraniya kurdên ku li Almanyayê dijîn zarokên wan bi kurdî nizanin. Bi zarokên xwe re bi zimanê tirkî diaxivin. Di televîzyonê de jî bi piranî fîlm û nûçeyên tirkan dişopînin. Her wiha rêjeyeke mezin jî ji xwe re dibêjin em tirk in. Ev jî sedema nezanî û perçebûnê ye. Ger gelê me bi perwerde bibûna û zarokên xwe jî bi perwerde bikirana niha kurdên dîasporayê gelekî bi hêz û qewet bûn û di nav siyaseta Ewropayê de dikaribûn çalak bibûna û xwe birêxistin bikirana.

Nifşên nû û jiyaneke kurdewar

Ji bo ku kurd bikaribin li derveyî welat çalak bibin hewce ye ku rêxistinên kurd ji bo yekitiyê zêdetir hewl bidin. Bi taybetî jî pêwist e ku gelê kurd ji derûniya bindestiyê derkeve û piştgiriya rêxistinên xwe bike. Bi xilasbûna ji derûniya bindestî sazî û dezgehên kurdewar ava bikin û yên heyî jî xurttir bikin. Em dikarin bi jiyaneke kurdewar xwe bigihînin nifşên nû û wan rizgar bikin.

Welatê azad û statû

Zarok û ciwanên me yên li dîasporayê ji aliyê çand, ziman û hestên kurdewar ve ber bi tunebûnê ve diçin. Divê sazî, rêxistin û dezgehên me bala xwe bidin pirsgirêkên ziman, çandî û hunerî. Gel bi zimanê xwe hebûna xwe nişan didin. Divê em her kurd di vê hişmendiyê de be û ji qewmên din zêdetir bixwîne û ji derûniya bindestiyê xelas bibe. Ji ber ku derûniya bindestiyê li ser me ye, em ne dikarin welatê xwe azad bikin ne jî dikarin di welatên azad de bibin xwedî statuyekê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê