20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî avahiya HDP’ê êrîşek pêk hat

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê ragihand ku doh bi şev êrişek li dijî avahiya navenda giştî ya partiyê hatiye kirin û berpirsyarê vê jî desthilatdarî ye, ku her gavê partiya wan dike hedef.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Doh bi şev saet di 00:05’an de komek ku ji 3 êrişkaran pêk dihat êrişî avahiya navenda giştî ya partiyê kirin. Weke ku ji dîmenê kamerayê jî tê fêhmkirin, polîsên ku li du nuqteyan ji bo parastina avahiya me wezîfedar in, li pêşiya êrişê nebûne asteng û ji êrişê re bûne alîkar. Êrişkar bi hêsanî di bin çavdêriya polîsan de êrişî avahiya partiya me kirin û hîn jî nehatine destgîrkirin. Ev yek jî nîşan dide ku armanca êrişê çi ye û ji aliyê kê ve hatiye kirin.”

Têkildarî berpirsyariya êrişê jî di daxuyaniyê de hate gotin, “Li gel qedexeya derketina derve, di roja yekemîn a Cejna Remezanê de ev êriş li dijî sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyeyê hate kirin. Berpirsyar jî desthilatdarî ye ku xwe ji kaosê xwedî dike û her gavê partiya me dike hedef.” ENQERE

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê