23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî avahiya HDP’ê ya Bahçelîevlerê êrîşa çekdarî

Ev demeke ku HDP, ji aliyê hikûmeta AKP-MHP ve hedef tê nîşandan. Di encama van hedefnîşandayinan de êrîşkaran bi çekan êrîş birin ser avahiya Rêxistina Navçeya Bahçelîevlerê ya HDP’ê ya Stenbolê û du kesan birîndar kirin. Êrîşkarên ku nasnameya wan nehatiye diyarkirin ketine avahiya partiyê û têkiliyê endamtiya partiyê pirs kirine.

Diyar bû ku êrîşkaran piştre çay bi ser Ramazan Dişari yê çay dida wan de rijandine û êrîşî Dişari kirine. Endamê partiyê Azîz Şîmşek dema ku hewl daye êrîşkaran asteng bike, birîndar dibe. Êrîşkaran piştre bazdane firineke nêzî partiyê, polîsên ku hatin cihê rûdanê xwedêgiravî êrîşkar ‘binçav’ kirine. Hê nayê zanîn bê ka ew birine ku derê.

Piştî êrîşan parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum û endamên partiyê hatin avahiya navçeyê. Dişari yê ku birîndar bû wiha behsa êrîşê kir: “Piştî ku min çay da bi ser min rijand û got ‘ez hatime we bikujim’ û dijûn li me kir. Piştre destê xwe avêt çeka xwe û bi destê din jî kêr derxist û êrîş anî ser min. Singa min birîndar bû. Her wiha hevalên me yên li wir hewl dan ku wî rawestînin. Di vê navberê de kêr li hevalekî me yê din jî kişand. Ji bo ku wî asteng bikin min kêr zevt kir. Lê destê min birî. Hevalê me yê din jî ji destê xwe birîndar bû.”

Beriya niha kujer Onur Gencer 17’ê hezîranê de êrîş biribû ser avahiya Rêxistina Bajêr a Îzmîrê ya HDP’ê û xebatkara partiyê Denîz Poyraz qetil kiribû. Balkêş e ku beriya bi rojekê ya rûniştina doza Denîz Poyraz ev êrîş pêk hatiye. Danişîna pêşî ya dozê 29’ê kanûnê roja çarşemê li Dadgeha Cezayê Giran a 6’an dê pêk were.