19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî baregeha DYA’yê êrîş pêk hat  

Li dijî baregeha DYA’yê ya li Tenefa ya Sûriyeyê bi balafirên bê mirov êrîş pêk hatin. Li gorî agahiyên Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê êrîş roja çarşemê bi 5 balafirên bê mirov pêk hatine. Wekî tê zanîn di wê baregehê de leşkerên Ingilîstanê ku cihê xwe di nava koalisyona navnetewî de digirin, hene.

Der barê mijarê de çavkaniyên ewlekariya Iraqê jî daxuyaniyek da û tê de hate gotin ku êrîş bi balafirên bê mirov pêk hatiye û ew ne ji Iraqê lê ji nava axa Sûriyeyê pêk hatiye.

Li gorî daxuyaniya hêzên DYA’yê di êrîşan de tu kes nehatiye kuştin û beriya êrîş agahî gihane destên wan lewre beriya ku êrîş pêk were, hêzên li baregehê xwe li deverên din bicih kiribûn.

Wekî tê zanîn baregeha Tenefê di sala 2016’an de ji bo şerê li dijî DAIŞ’ê hatiye avakirin û ew li sêgoşeya sînorê Sûriye, Iraq û Urdunê dikeve.