20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî betalkirina Peymana Stenbolê dê çalakî bê lidarxistin

Dewleta tirk di rojnameya fermî de diyar kiribû ku ew ê di 1’ê tirmehê de ji Peymana Stenbolê vekişin. Jin li hemberî vê biyarê bertekên xwe didomînin. Jinên li hember vê biyarê wê di 1’ê tirmehê de li Tunela Taksîmê ya Stenbolê seat di 19:00’ de çalakiyê li dar bixin.

Çalakî wê bi sernava ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin’ di 1’ê tirmehê de pêk were. Jinan ji bo piştgiriyê bang kirin û gotin ku bila jin di 1’ê tirmehê de derkevin kolanan.

Her wiha Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê di salvegera biryara derbarê Nahîde Opuz de hatibû  dayîn bibîranîn û daxuyanî dan.

Koma Kampanyayê di daxuyaniyê de ev tişt gotin: “Biryara ku der barê Nahîde Opuz de hatibû dayîn bû pêngava Peymana Stenbolê. 12 sal beriya niha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) der barê Opuz de helwesta Tirkiyeyê mehkûm kir. Piştî du salan Tirkiye Peymana Stenbolê îmze kir. Tirkiyeyê Peymana Stenbolê betal kir. Em dev ji peymanê bernadin.  Em rol û mîsyona ku li me tê ferzkirin qebûl nakin. Em ê dakevin qadan. Maf, jiyan û peymana Stenbolê ya me ye. Ji bo em xwedî li jiyana xwe derkevin, di 1’ê tîrmehê de dakevin kolanan.”

 STENBOL