spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî êrîşan daxuyanî ter nakin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Têkoşîna li hemberî operasyona dagirkirina başûrê Kurdistanê, pêwîst e tenê ne leşkerî be. Ji ber ku armanca vê operasyonê tunekirina destkefyên gelê kurd e, wê demê divê gelê kurd jî bi hemû pêkhateyên xwe li hemberî vê êrîşa dagirkeriyê bi awayekî tund bisekine.

Bêguman di vê operasyonê de PKK hincet e. Em ji bîr nekin ku ev demek dirêj e artêşa dewleta tirk di bin navê têkoşîna qaşo li hemberî PKK’ê de xwe li başûrê Kurdistanê bi cih dike. Li gelek cihên ku qet PKK lê nîne û tu eleqeya wê bi hebûna PKK’ê ve tune ye artêşa tirk xwe bi cih kiriye. Her dem PKK ji bo dewleta tirk bûye hinceta ku ew derbasî nav axa başûrê Kurdistanê bibe. Bêguman di siyaseta peritî de PDK’ê jî bi hemû pêkahateyên xwe ve, her tim bûye aliyê hêzên dagirker. Di vê operasyonê de ya li dijî herêma Heftanînê de tê kirin jî rola sereke ya PDK’ê ye. Ger PDK di dijminatiya PKK’ê de ewqas çavê xwe sor nekiriba û bi dijminê gelê kurd re neketiba nav hevkariyê, li herêmê ewqas êşên mezin nedihatin jiyîn.

Niha di vê rewşa heyî de mijara gotinê êrîşên li ser îradeya gelekî ye. Li hemberî van êrîşan ji gelek partî û saziyên başûrê Kurdistanê bertek hatin nîşandan lê ev pêvajo tenê bi daxuyaniyên şermezarkirinê nikare bê derbaskirin.

Em ji bîr nekin ku li hemberî hebûna kurdan fobiya dewleta tirk gihaştiye asta nexweşiyê. Bi taybetî jî destkeftiyên li başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin, her diçe di wan de dibe dert û kul. Lewma ji bo xwe ji vî derdî xilas bikin jî bi hin hêzên herêmê re ketin nav liv û tevgerê. Di van êrîşan de yên li ser başûrê Kurdistanê tên kirin, dewleta tirk bi PDK û Îranê re bi koordîne ye. Her çiqas Îran û PDK di vê mijarê de rengê xwe diyar nekin jî, ev operasyon bi hevkariya wan tê meşandin.

Armanca vê operasyonê tenê ne leşkerî ye. Bi vî rengî neyarên gelê kurd dixwazin partî û saziyên kurdistanî bibin dijî hev û di navbera wan de nakokiyan ava bikin. Bi vî rengî hem diwazin bertekên li dijî operasyonê lewaz bikin, hem jî bi saya van nakokiyan li herêmê destê PDK’ê xurt bikin. Ji bo PDK di aliyê kurd de bi awayekî rehet bikaribe hişmendiyekê li gorî berjewendiyên xwe ava bike beriya her tiştî pêwîst e di nav kurdan de bîr û baweriya yekitiyê xira bibe. Lewma beşa operasyonê ya siyasî û îstîxbarî li gorî berjewendiyên PDK’ê bi pêş dikeve. Lê ji bo PDK’ê ev demkî ne.  Ji ber ku dewleta tirk tu carî bi awayekî stratejîk nêzî kurdan nabe û bi wan re tifaqên bingehîn çênake. Ji ber vê yekê tirk ji bo bigihêjin armanca xwe PDK’ê mîna amûrekê bi kar tînin. Pêwîst e rêvebiriya PDK’ê vê bibîne.

Bêguman PDK jî di ferqa vê de ye lê li ruxmî hemû êşên hatine jiyîn, dixwaze di cîhana kapîtalîst de ji xwe re cihekî çêbike. PDK bi van emelên xwe ji nirxên xwe yên kurdistanî dûr ketiye. Ji ber PDK’ê berjewendiyên xwe ji berjewendiyên gelê kurd mezintir dibîne, îro bi dijminê bavê xwe re di heman eniyê de ye. Lê divê ji bîr neke ku dijminê bavan nabin dostên lawan!

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê