Rojnameya Heftane

Li dijî kurdan oryantalîzm û apartheîda dîplomatîk

Ferat Amed

Hindistan di sala 1980’an bernameya xwe ya nukleerî aşkera kir û di sala 1997’an de jî çekên xwe yên nukleerî ceribandin. Ragihandina bernameya nukleerî û çêkirina çekên nukleerî yên Hindistanê, ji aliyê dewletên ku berê xwedî nukleerê bûn bi neyînî û hêrs hat pêşwazîkirin. Perspektîfa welatên mezin, li ser welatên rojhilatî bi pêşdaraz û  oryantalîst bû.

Welatên mezin wê demê hebûna çekên nukleerî yên li Çîn û Rûsyayê qebûl dikirin. Ew nîşan dida ku mentalîteya welatên mezin li ser ‘paşverûtiya’ Hindistanê, ne li ser bingeha cografî, lê li ser hiyerarşiya çandî ye. Antropolog Hugh Gusterson ew ramana welatên mezin a ji bo Hindistanê wekî ‘Oryantalîzma Nukleer’ bi nav dike. Li gor nirxandina rojavaya spî, ew bi xwe mirovên bi disiplîn û aqilmend in, lê mirovên rojhilatî serserî û hestiyar in. Lewra pêşxistina çekên nukleerî yên dikarin dawiya dinyayê bînin ne heqê rojhilatiyan lê tenê heqê rojavayiyan e. Rêveberên Hindistanê jî ew pergal wekî apartheida nukleerî bi nav kirin. 

Gelê kurd bi nifûsa xwe yek ji gelên herî mezin ê bêdewlet e. Kurdistan bi nasname, şaristanî û girîngiya xwe ya jeopolîtîk li Rojhilata Navîn bêhempa ye. Ligel projeya DYA’yê ya kemera kesk û provakasyonên dewletên desthilatdar li ser cografyaya Kurdistanê, îslamiyeta radîkal û cîhadî bi pêş neketiye. Tu partî û tevgerên Kurdistanê welatên rojava wekî dijmin nabînin. Dilsoziya xwe ji bo nirxên rojava wekî mafên mirovan û demokrasî nîşan didin. Tevî welatên rojava dijminên kurdan e, ji bo berjewendiyên xwe xwedî dikin. Sekna tevger û gelê kurd jî li hemberî wan welatan hê jî dostane ye.

Dîktatorê Iraqê Saddam Huseyîn bi alîkariya hezên peşmerge hat xistin û başûrê Kurdistanê bi her awayî alîkariya welatên koalîsyonê kir. Iraq ji bo hêzên amerikî çiraveke bêbinî bû. Lê Başûr tevî kêmasiyên xwe mînakek pêşketî bû ji bo demokrasiyê. Kurd di pêvajoya nû de bi hevbendiya DYA’yê hevîdar bûn. Dema milîsên giredayî Îranê berê xwe dan Kerkûkê çavê kurdan li Washingtonê bû. Lê belê derket holê ku DYA’ye bi xwe yek ji organîzatorê dagirkeriyê ye. DYA bi alîkariya hêzên peşmerge li dijî DAIŞ’ê bi ser ket. Êrîşên çeteyên Îranê bi alîkariya dewleta Iraqê ji bo tunekirina îxtimala serxwebûna kurd bû.

Tu hebûn û hevalbendên DYA’yê li Sûriyeyê tunebûn. DYA’yê pereyên mezin da milîsên Tirkiyeyê, lê belê ew nekarîn şer bikin û belav bûn. DYA’yê li Sûriyeyê bi tifaqa hezên YPG’ê gihaşt baregehên bi ewle û mayinde. YPG û HSD bi serfirazî û fedaîtiyeke mezin DAIŞ têk bir. Hemû pispor serfiraziya leşkerî û siyasî ya YPG û HSD’ê ji gelek dewletên Rojhilata Navîn mezintir dibînin. Lê hezên navneteweyî rê neda ku rêveberiya rojavayê Kurdistanê bi awayekî fermî bê nasîn. Dema Tirkiyeyê êrîşî kurdan kir, DYA û Rûsya bûn yek û ji bo serfiraziya hewildanên dagirkeriyê bi pêş bikeve xebitîn. Rojava ji bo cîhanê li dijî DAIŞ’ê şer kir.

Îro zengilên şer ji bo Îranê tên lêxistin. Çavên dewletên rojavayî li ser leşker û partiyên kurdan e ku ji bo alikariya wan bê kirin. Pergala ku Îsmaîl Beşîkçî wekî ‘Pergala navneteweyî ya li dijî kurdan’ bi nav kiribû, îro wekî apartheid û oryantalîzma dîplomatîk didome. Ji bilî hevalbendên mayinde, tu kêmasiya kurdan ji dewletên axa Kurdistanê dagir dikin nîne. Oryantalîzma li dijî kurdan bi dewletên navneteweyî pesnê hêza leşkerî û bêtirsiya kurdan dide. Lê rê nade kurd bi awayekî navneteweyî bên naskirin û statuya xwe ava bikin. Kurdên bêyî statuya fermî ligel hemû destkeftiyên defacto, dibin qurbaniyên êrîşên hovane yên dagirkeran. Divê dîplomasiya kurd ew helwesta durû teşhîr bike û ji bo destkeftiyên hiqûqî tevbigere.