25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî kuştina jinan em ê li qadan bin

Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ligel xebatên giştî yên partiyê xebatên xwe yên xweser  didomîne.

Meclisa Jinan a HDP’ê jî bi navê “Têkoşîna jinê li her derê ye” kampanyayek dabûn destpêkirin û xwestin balê bikişînin ser mijarên sereke yên Tirkiyeyê. Di çarçoveya kampanyayê de gelek çalakî bername hatin lidarxistin. Jin kampanyaya xwe dê bi meşan bi dawî bikin. Dê li 5 bajaran meş bê lidarxistin.

Der barê kampanya û armanca kampanyayê de nêrîna xwe anî ziman û got: “Ji ber kiryarên desthilatdariyê her roj jin tên kuştin. Li gorî danayên fermî di dema AKP’ê de 7 hezar û 500 jin hatin qetilkirin. Di nav van daneyan de û hejmarên fermî de, hejmara mirinên jinan ên bi guman cih nagirin. Di rastiyê de rewşa heyî hin giran û xeternak in. Li Agiriyê tenê di nav 35 rojan de 5 mirinên jinan ên bi guman rû dan. Lê ev bûyer weke xwekuştinê derbasî qeydên fermî bûn.”

Kuştin û xwekuştina jinê tu carî bala rayedarên dewletê nakişîne, Başaran mijar wiha nirxand: “Ger Meclis vê rewşê lêkolîn neke, gelo wê kî lêkolîn bike? Divê meclis vê berpirsiyariya xwe bi cih bîne. Em baş dizanin ku siyaseta desthilatdariya AKP’ê dijminatiyê dike.”

Başaran di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser kampanyayê  û got: “Em dixwazin  mijarên ku tên paşguhkirin bînin ziman. Em ê çalakiyên xwe yên li dijî kuştinên jinan bidomînin. Ji bo ku em dengê jinan biling bikin em ê li 5 bajaran meş li dar bixin. Yek ji van bajaran jî, bajarê Agiriyê ye. Ji ber ku îro li Agiriyê tundiya li dijî jinan û xwekuştinên jinan zêde bûye. Dûre em ê li Dêrsimê meşa xwe dewam bikin. Ji bo pirsîna aqûbeta Gulistan Doku. Piştre jî em ê li Stenbolê bin.”

ENQERE