25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî mirovahiyê komploya herî qirêj

Lêkolîner, nivîskar û rojnamegerê misrî û Serokê Navenda Qahîreyê ya Lêkolînên Kurdî Ebdul Feteh Elî, bi navê ‘Ji Ocalan re azadî’ têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nameyek nivîsî. Ebdul Feteh Elî, di nameya xwe de balê dikişîne ser komploya navneteweyî û komployê wekî ‘Komploya navnetewî ya herî mezin a li hemberî mirovahiyê’ pênase dike. Ji gelê ereb dixwaze ku di navbera xwe û kurdan de xwişk û biratiyê pêk bîne.

Ebdul Feteh Elî, di nameya xwe de diyar dike ku bi komploya navneteweyî xwestine pêşiya şoreşa gel bigirin û wiha dibêje: “Ji berî 21 salan dîrokê yek ji rojên xwe yên reş derbas kir ku ya herî reştir rû da. Li dijî Rêberê Kurd Abdullah Ocalan û mirovahiyê komploya qirêjtir pêk hat. Bi rastî yek ji komployên meztir bû ku ne tenê li dijî gelê kurd, li hemberî hemû mirovahiyê bû.”

Sembola têkoşînê

Elî di nivîsa xwe de balê dikişîne ser sekna Ocalan a ev 21 sal in di girtîgehê de ji bo mafên hemû gelan li ber xwe dide û wiha got: “Bi rastî Ocalan dibe sembol û ekola têkoşîna mirovahiyê. Fikrên ku pêşxistine û xebata kiriye li hemû cîhanê û di nav gel û neteweyên cuda de belav bûye.”

Tecrîdê parçe dike

Elî di berdewama nameya xwe de destnîşan dike ku li Îmraliyê tecrîd hebe jî li hember hemû astengiyan Ocalan ev bend derbas kirine û nameya xwe wiha didomîne: “Ocalan fikrek li cîhanê parve kiriye û tenê di çarçoveya dîwarê girtîgehê de nemaye. Hemû hewildanên tewankaran nekaribûne pêşiyê lê bigirin. Ev diyar dike ku demek dirêj li ser rawestîn û şîrove bikin. Her wiha girîngiya bîr û hizra Ocalan ji aliyê rewşenbîr, feylesof û bîrmendan ve hêjayî balkişandin, xwendin û guftûgokirinê ye.”

Parastina nirxên mirovahiyê

Elî di nameya xwe de diyar dike ku kesê ji bo gelê xwe têdikoşe ne sûcdar e, tenê parastina gelê xwe û daxwaza mafê gelê xwe dike û ev tişt tîne ziman: “Divê civaka navneteweyî, rêxistinên cîhanê, rewşenbîr û xwediyên bîr û ramanê li seranserî cîhanê bi awayek lez û bez ji bo azadiya Ocalan bikevin nav liv û tevgerê. Ji ber ku Ocalan nirxên mirovahiyê diparêze.”

 Însiyatîfa navneteweyî hewce ye

Lêkolînerê misrî balê dikişîne ser berxwedana kurdan a li dijî DAIŞ’ê û wiha dibêje: “Îro Rojava nirxê jiyana bi hev re ya aştiyane û gelên cuda pêk tîne. Ger kurd nebûna wê Sûriye bi destê Tirkiye û komên wê yên terorîst parçe parçe bibûya. Lewma ev hemû tişt wiha dike ku dîmenê niha ji yê berê cuda be. Niha rewş guncaw e ku gelê kurd û ereb înîsiyatîfek navneteweyî ji bo azadiya Ocalan ava bikin.”

Lêkolîner Ebdul Feteh di dawiya nameya xwe de wiha got: “Ez di wê baweriyê de me ku gelê ereb di vî şerî de gelek hewil bide, ji bo bihêzkirina biratiya di navbera kurd û ereb de.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê