spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî mirovên spî berxwedana jina reşik!

Li ser rûyê erdê tu civak tune ye ku ji pergala serdestan zirarê nedîtibe. Hin civak ji ber zimanê xwe, hin civak ji ber ola xwe, hin civak ji ber rengê çermê xwe rastî zextên desthilatdariyê hatine. Li dijî zext û êrîşên desthilatdaran her tim berxwedana civakan jî hebûye û pêşengên van berxwedanan jî bi gelemperî jin bûne.

Ger em bala xwe bidinê jin di her bûyera civakî ku mohra xwe li dîrokê xistiye û bûne sedema guhertina gelek tiştan. Jin bi deng, tevger, sekn û heta bi bêdengiya xwe bûne pêşengên guhertina gelek tiştên civakî û pergala desthilatdariya mêr.

Yek ji civaka ku rastî her cureyên zext û êrîşên pergalê hatiye reşik in. Reşik ji ber rengê çermê xwe her tim rastî êrîşan hatine û wekî kole hatine dîtin. Mirovên reşik ên rastî her cure êrîşên pergalê hatine di her demê de li hemberî vê pergalê serî hil dane. Tevî hemû komkujî û qetlîamên li hemberî wan, ji têkoşîna xwe ya azadiyê paşde gav neavêtine. Civaka reşik her tim bi pêşengiya mirovekên reşik serî hil dane û heta gihîştina mafên xwe yên azadiyê li ber xwe dane.

Yek ji van pêşengan jî parêzvanê mafê mirovan a Amerîkayê jina bi navê Rosa Louise Parks e. Rosa Louise Parks di 4’ê sibata 1913’yan de li eyaleta Alabama Amerîkayê tê dinê. Di sala 1943’yan de tev li tevgera mafê hemwelatiyê ya Amerîkayê dibe û di sala 1955’an de li eyaleta Alabamayê li dijî cihêkariyê ya li hemberî reşikan derdikeve û dibe pêşenga tevgerên wê demê.

Di wan salan de li eyaletên başûr ên Amerîkayê mirovên reşik û spî ji deriyên cuda siwarê otobusan dibûn û li cihê ku ji bo wan hatibûn veqetandin rûdiniştin. Rosa Parks rojek li Montgomeryê siwarê otobusê dibe. Li otobusa lê siwar dibe miroveke çerm spî ji bo rûniştinê cih nabîne û li beşa ji bo çerm reşikan hatiye veqedandin ji Rosa Parks dixwaze ji cihê xwe rabe û bide wî. Ajokar jî ji bo rabûnê hişyarî dide lê Parks ji cihê xwe ranabe. Ji ber vê yekê Parks tê girtin û wê dikin girtîgehê.

Di wan salan de li eyaletên başûr di otobusan de dema mirovên çerm spî cih nedîtibûna, dikaribûn mirovên çerm reşikan ji cihê wan rakin û li cihê çerm reşikan rûnin. Mirovên çerm reşik jî ger li dawiyê cih hebûna diçûn li wir rûdiniştin, an li ser piyan diman an jî peya dibûn li benda otobuseke diman.

Çalakiyên reşikan

Piştî girtina Parksê mirovên reşik zêdetirê salekê ji bo protestokirina cihêkariya li dijî reşikan li otobusan siwar nebûn û bi meşê diçûn karên xwe û her derê. Ev çalakiya reşikan bû sedem ku şîrketên otobusan bên ber îflasê. Çalakiyên protestoyî piştî salekê encam da û Dadgeha Federal a Amerîkayê dawî li vê pêkanînên otobûsan anî. Rosa Parks li Alabamayê ji ber bi tacîza çerm spiyan re rû bi rû ma ji neçarî ji wê eyaletê koçî bakurê Amerîkayê kir.

Sembola berxwedanê

Di heman dîrokê de waliyê Alabamayê ji bo mirovên reşik neçin zanîngehan çi ji destê wî hat kir. Ev hewldanên walî bûn sedema bûyerên mezin ên reşikan. Tevgera ku ji aliyê Martin Luther ve dihat birêvebirin di sala 1964’an de bi derxistina qanûnekê gihîşt encamê. Û Rosa Parks jî bû sembola vê berxwedanê.

Rosa Parks di sala 1999’an de ji aliyê kovara Time ve wek parêzvana mafê mirovan a sedsala 20’emîn hat hilbijartin. Parks di sala 1996’an de layiqê Madalyaya Azadiyê ya Serokatiyê hat dîtin û di destpêka sala 1999’an de jî Madalyaya Zêrîn a Kongreyê qezenc kir û vê xelata xwe jî ji destê Bill Clinton girt. Roza ya heta dawiya jiyana xwe li dijî neheqiyan li ber xwe da, 24’ê cotmeha 2005’an canê xwe ji dest da.

Ger jin li ber xwe bidin

Mirov di mînaka Rosa Parks de jî dibîne, ger jin bixwaze dikare bi tena serê xwe, bi gotinekê jî bibe sedema guhertina gelek tiştan û dikare civaka ji aliyê pergalê ve tê eciqandin rake ser piyan. Jin bixwazin dikarin bi sekna xwe bibin pêşenga tevgera herî mezin a civakî. Divê jin tenê bixwazin û biryarê bidin, wê demê tu hêz û pergal nikare li hemberî jinan bisekine. Bi xwe bawer bin bese.