spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî navê ‘Devlet Bahçeli’ bertekên xwe anîn ziman

Nûnerên sazî û rêxistinên sivîl ên demokratîk ên Amedê, bertek nîşanî hewldanên avakirina “Daristana Bîranînê ya Dewlet Bahçelî” dan û gotin: “Li cihekî wekî Amedê lêkirina navê Dewlet Behçelî ji bo gelê kurd bêrêzî û heqareteke mezin e.”

Komeleyên çand û hunerê û rêxistinên sivîl ên Amedê, li dijî avakirina “Daristana Bîranînê ya Dewlet Bahçelî” ya li çiyayê Çileyan (Kirklar) li Pira Deh Derî daxuyanî dan. Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê, Şanoya Bajar a Amedê, Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Tevgea Jinên Azad, Partiya Herêmên Demokratîk (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek nûnerên rêxistinên sivîl, dengbêj û sînemager tevlî daxuyaniyê bûn. Xebatkarê saziya çand û hunerê Suphî Orhan daxuyanî da.

Daxuyanî wiha ye:

Di serî de wek sazî û dezgehên çand û hunerê û hemû sazî û dezgehên sivîl yên li Amedê me pêdivî bi vê daxûyaniyê dît û em bang li gelê xwe dikin;

Di van rojên dawî de nûçeya ku dê li ser navê serokê giştî yê MHP’ê Dewlet Baxçelî li Amedê daristanek bê çêkirin hat belavkirin. Ev wek  buyereke sosret kete rojeva gelê me û raya giştî. Li çiyayê Kirklarê 210 dolim erazî jî ji hêla qeyûm û midûrîyeta daristanê ve ji bo vê daristana ku qala wê tê kirin hatiye tehsîskirin. Gelê kurd û Kurdistanî bi salan e ku bi buyerên bi vî rengî re rû bi rû ne. Ji destpêka avakirina komarê û vir ve polîtîkayên qirkirina çandî bê navber domandine û vaye îro jî bi mînakek şênber li ber çavê raya giştî ye.

Nave kesekî wek Dewlet Bexçelî ku rasterast dijminatiya kurdan dike, li devereke Amedê kirin ji bo gelê kurd bêrêzî û heqareteke mezin e. Ev yek li hemberî dîrokê bi xwe jî bêrêzî ye.

Sedema ku desthilatdar û saziyên dewletê ewqasî bi bîra gelê kurd û Kurdistanî dilîzin jî nezanîna rastîya berxwedêriya vî gelî ye. Loma faşîzm îro di asta ku êdî heta bi cihên dîrokî jî ji xwe re dike hedef li ser kar e. Ji bo ku gelê kurd ji bîra wî ya çandî qut bikin, ji navên mirovan bigirin hetanî navê gund û bajaran, navê kuçe û kolanan, navê gelî û newalan navê çiyayan û heta navê kargehên me gunerandin.

Îro jî bêrêziya herî mezin ku li hemberî vê civakê tê kirin, avakirina daristaneke bi navê neyarê vê civakê yê sondxwarî ye. Bi vê yekê bi awayekî aşkere dibêjin ku “em ê pêşî we ji hêla çandî û dîrokî ve û paşê jî ji her hêlê ve qir bikin û tiştekî ji we nehêlin”. Gelê kurd dê bi tu awayî van biryarên faşîstî nas neke û serî li hemberî wan netewîne. Çawa ku di dîrokê de her tim li hemberî van polîtîkayan li ber xwe daye, ji îro û şûn de jî serî netewîne.

Qeyum û kesen ku ev biryar dane divê demildest ji vê biryara kirêt vegerin

Di serî de wek sazî û dezgehên çand û hunerê û hemû sazî û dezgehên sivîl yên li Amedê bi tu awayî em vê biryarê nas nakin. Li çand û dîroka vê civakê xwedî derketin peywîra me hemûyan e. Em ê li dijî her polîtîkayên qirkirin û bişaftinê bi gelê xwe re têbikoşin.

Em bang li hemû gelê xwe dikin ku rê nedin biryarên bi vî rengî.”