spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî ‘netewe-dewlet’ê pergala demokratîk a êl û eşîriyê -3

Ardîn Dîren

Gava mirov li Cezayîrê çav bi bajarên amazîghan dikeve, navendek naxuyê. Ji ber ku malên wan li serê çiyayan û li hawirdorê bajêr belav bûne. Her yek bi serê xwe tevgeriyaye û ji xwe re li gor dilê xwe di nav daristanê de malek çêkiriye. Ev ne tiştekî ji rêzê bû. Li pişt vî dîmenî çîrok û sosyolojiyek hebû. Nêrîna wan û têkoşîna wan ya li hember ‘navendan’ jî ez bawer im ji vir tê û çîrokek kevn e. Amazîgh ê bi zimanê wan yê zikmakî tê wateya ‘mirovên azad’, serxwebûna xwe di hemû gavan de diparêzin.

Li dinyayê hin qewm hene ji ber çavsorî û zikreşiya mirovan, jenosîd û bişaftina dagirkeran her tim mecbûr mane ku xwe biparêzin û li ber xwe bidin. Her çiqas zordest xwestibin ew tune bibin jî wan dîsa li hember zemanên bêbext û êrîşên zordestan ji xwe re rêyekê peyda kiriye, tune nebûne û heya îro hatine. Yek ji wan qewmên ku di van zemanên bêbext re derbas bûye û serî li ber zordestan netewandiye û heya îro hatiye amazîgh in. Her tim wek mirovên azad jiyane û tu carî dev ji vê taybetmendiya xwe bernedane. Bêguman li dinyayê ew zêdetir bi vê taybetmendiya xwe tên nasîn. Amazîgh, mirovên azad ên çol û çiyayan in.

Niştecihên mexrîbê

Li gor lêkolînên zanistî amazîgh 2 hezar sal Beriya Zayînê (B.Z) ji Asyaya Navîn koç kirine, di ber Behra Spî re derbasî bakurê Afrîkayê bûne û li wir bi cih bûne. Bakurê Afrîkayê ku wek Mexrîbê jî tê zanîn, bûye stargeh ji bo amazîghan û mirov dikare bibêje ku ew bi salan e li ser axa Berberistanê wek niştecihên mexrîbê jiyane û çandeke qedîm ava kirine. Helbet ber bi çolê ango sehrayê jî çûne û li wir jî hejmareke mezin a amazîghan heye. Her çiqas dinya wan bi navê berberî nas bike jî ew ji xwe re bi zimanê xwe dibêjin amazîgh.

Bedelên giran dan

Li Cezayîr, Fas, Tunus, Lîbya, Nîjerya û Maliyê bi milyonan berberî dijîn. Berberî tu car nebûne xwedî komarek serbixwe û li nav hemû komarên ku berberî li wan dijîn, ew wek xetereyek mezin hatine dîtin û mafên wan ên bingehîn hatine binpêkirin. Ziman û çanda wan di fermiyetê de zû bi zû nehatiye pejirandin. Ji bo vê yekê bedelên giran dane û hê jî li gelek welatan vê bedelê didin. Ji bo çand û ziman û mafên xwe yên mirovî li ber xwe didin û serê xwe li ber zordestan natewînin. Tişta xerîb ew e ku ew bi van welatan re li hember mêtingerên van welatan bi hev re şer kirine û heya rizgariya wan pêk hatiye jî ew bi piştgirî û hêza xwe li ba van welatan cih girtine û dev ji biratiya wan bernedane. Çi tiştekî sosret e ku piştî rizgariya van welatan, hêzên desthilatdar ên nû ku berê wek birayê wan tevdigeriyane yek bi yek dev ji biratiya berberiyan berdane. Hebûna wan, çand û zimanê wan înkar kirin.

Berovajiyê vê, xwestin ku ew jî bibin ereb û li gor dînê îslamê tevbigerin; xwestin netewe-dewletan ava bikin û tenê dînek, tenê netewek, tenê ziman û alek hebe. Bi van polîtîkayên nijadperest xwestin ku hemû berberî wek wan bijîn. Ji lewre pîvana sereke ya jiyana berberiyan azadî bû. Ji ber van sedeman, li hev nekirin û nakin jî. Berberî îro dîsa li hember van welatan têdikoşin û dixwazin dengê wan li darê dinê were bihîstin. Ew li pey azadî, ziman û nasnameya xwe ne.

Netewe-dewletbûnê napejirînin

Li cem amazîghan bêguman mervatî ango xizmatî jî girîng e û ev taybetmendiyeke wan a kevn e. Ji berê de xwedî êl û eşîr in û ew van êl û eşîrên xwe bi awakî demokratîk bi saya rûspiyan bi rê ve birine. Loma jî nêrîna netewe-dewletbûnê napejirînin û vê pergalê dûrî xwe dibînin. Ew di vê baweriyê de ne ku nasnameya civakan bi saya bawerî, dîrok û zimanên hevpar dikarin xurttir bibin. Li Mexrîbê pergala qebîletiyê zêde li pêş e û di hundirê xwe de nêzî pergala sosyalîzmê ye ku li ser hevparî û demokratîkbûnê disekine û zû bi zû mafên êl û eşîran nayê eciqandin. Ev yek jî ji bo amazîghan xaleke girîng e û vê çanda xwe îro jî diparêzin.

Gelek çalakî li dar xistin

Amazîgh li Fasê, ji bo ziman û çanda wan were naskirin bi salan e li ber xwe didin. Komeleya bi navê Tillellî, di salên 1990’î de pir çalak e û ji bo ziman û çanda amazîghan di fermiyetê de were pejirandin gelek xwepêşandan û çalakiyan li dar xistine di wan deman de. Destpêkê bertekên Fasê pir tund bûne û êrîşî wan kirine, heya ku gelek kesan binçav dikin û wan dikin girtîgehê jî. Bi demê re nêrîna dewletê diguhere, kesên di girtîgehê de ne derdikevin û herî dawî dewlet mecbûr dimîne ku di sala 2011’an de zimanê tamazîght ê amazîghan wek zimanekî neteweyî nas bike. Bi vî awayî zimanê tamazîght di destûra bingehîn de cih girt.

Amazîghên li Malî û Nîjeryayê

Li Nîjerya û Maliyê jî bedxwedana amazîghan navdar e lê amazîghên li çolê dijîn bi navek dîtir tên naskirin. Ji wan re tuareg tê gotin ku ew jî bi zamanê wan tê wateya “mirovên birûmet”. Di têkoşîna wan de mirov tê derdixe ku ew ji dil jî xwedî rûmet in. Ji lewre ew jî li hember navenda dewletên wek Nîjerya û Maliyê bi rêxistinên çekdarî têdikoşin û şerê gerîla dikin. Di navbera wan û komarê de bi dehan caran peyman hatin îmzekirin lê ji ber ku daxwazên wan ne li gor bîrdoziya “netewe-dewlet”ê bû perlemento tu car peymanan erê nekir û aloziya di navbera wan de bi salan e berdewam e. Li Nîjerya û Maliyê jî mixabin “Fransiyên Herêmî” xwedî hêz in û biratiya tuaregan napejirînin. Ziman, çand û hebûna wan tune dihesibînin lê ew jî li ber wan serî natewînin û bi şêwazên cuda rêxistinên xwe xurt dikin û li hember “Fransiyên Herêmî” têdikoşin. Li her du dewletan jî nêzîkatiya desthilatdaran ew e ku tuaregan bixapînin û mafê wan bi wan bidin jibîrkirin. Vê yekê bi awakî qirêj dikin û ji hêzên derve piştgiriyê digirin. Ev welat her çiqas wek sembolîk rizgar bûne jî mirov bi hêsanî dikare bibêje ku van welatan dîsa mêtinger bi rê ve dibin û ew girêdayî navenda mêtingeran in.

Wek ku me li jorê jî anî ziman, li hemû welatên mexrîbî bi şêwazên cuda amazîgh li ber xwe didin lê tu welat wek Cezayîrê nîn e. Ji lewre hejmara amazîghan li vî welatî gelek e. Dîrok, berxwedan û serpêhatiyên wan ên li vî welatî hêjayî nivîsandinê ne. Ji ber van sedeman ez ê bêtir qala amazîghên Cezayîrê bikim û nivîsa xwe wiha bi dawî bikim…

Gelek hêzên serdest hatin û çûn lê amazîgh man

Gelek bahoz û bablîsokên “zer” hatine bi ser wan de. Wek civak di neqebên dijwar re derbas bûne. Ji ereban bigire heta roman, ji îspanyoliyan heta osmaniyan û heta digihîje fransiziyan bi ser axa mexrîbê ango berberiyan de girtin. Bi salan di bin zilma wan de jiyan. Ew hemû hatin û çûn lê amazîgh man cih û warê xwe qet neterikandin. Ew tim li wir man, li hember dagirkirina îspanyolan, osmanî  û fransiziyan li ber xwe dan û şer kirin. Li Mexrîbê di hemû êrîşên mêtingeran de kesên cara pêşî bertek nîşan dane û serî rakirine amazîgh in. Her ku dagirker zora wan birine, ji bo dikaribin azad bijîn ber bi çiyayan ve hilkişîyane û ji xwe re li serê çiyayên Cûrcûna û Barbarosê -ku du çiyayên navdar ên Berberiyan e- jiyaneke azad afirandin. Ji ber ku dagirkeran her tim ew aciz dikirin, ji bo bacê ji wan bistînin û zarokên wan asîmîle bikin êrîşê wan dikirin lê berberî jî ji bo ev yek pêk neyê xwe ji pergala wan, fermiyet û burokrasiya wan dûr girtin û li çiyê jiyan. An na ew ê li hember dagirkeran nikaribûna bi salan hebûna xwe biparêzin. Ji ber van sedeman her ku ketine tengasiyê hilkişiyane ber bi çiyayan; çiya bûne stargehên wan û ew parastine ji dagirkerên zikreş. Bi saya çiyayan dîrok, çand û zimanê xwe parastine.

Rêgeza yekemîn ziman e

Mohammed Chtatou ku yek ji wan zanyarên çand û siyaseta Rojhilata Navîn e, diyar dike ku sê rêgezên bingehîn ên amazîghan hene. Ev her sê mijar ji bo wan pir girîng in û ew van rêgezên xwe tu car binpê nakin. Wiha dibêje Chtatou: “Rêgeza yekemîn ziman e, ya duyemîn pergala demokratîk a êl û eşîrtiyê û ya sêyemîn jî têkiliya wan a bi axê re ye. Ev her sê rêgez nasnameya wan diyar dikin.” Zimanê amazîghan bi tamazîghtî li dinyayê tê zanîn. Nêzî çil milyon mirov bi vî zimanî diaxivin. Zimanê tamazîghtî xwediyê gelek zaravayan e û têra xwe dewlemend e. Civakên amazîghî, dîrok û rabirdûya xwe bi saya ziman li piya hiştine û ji bo ev ziman têk neçe zêde li ber xwe dane. Bi taybetî kal û pîrên wan ji bo pêşerojê peywireke pîroz hilgirtine ser milê xwe û bi saya çanda devkî çand û zimanê xwe parastine û ji nifşên ciwan re bi rêya muzîk û dengbêjiyê û her wiha bi saya çîrokbêjiyê çanda xwe ya qedîm her tim vejandine.

Li hember êrîş û bişaftinên salan ên mêtingeran ev ziman nehatiye jibîrkirin û di encama bedel û têkoşîna mezin de, sala 2011’an li Fasê û sala 2016’an jî li Cezayîrê zimanê wan bi fermî hatine naskirin. Ev yek cehda amazîghan a ji bo zimanê wan nîşan dide. Her çiqas bi awayekî sembolîk be jî îro ev ziman di fermiyetê de hene û tên bikaranîn.

Amazîgh bi dil û can girêdayî axa xwe ne

Tevî van rêgezan tişta herî girîngtir ew e ku amazîgh bi dil û canê xwe girêdayî axa xwe ne û dixwazin li ser axa xwe azad bijîn. Chtatou, der barê girêdana axê ya amazîghan de wiha dibêje: “Ji bo berberiyan ‘welat’ berî her tiştî ye. Têkiliyek wan a manewî bi axa wan re heye. Ev ax ango welat tenê ne ji bo jiyana xwe lê bidomînin, di heman demê de warê wan ew cihê pîroz e ku wan ji hêzên mêtinger diparêze û nahêle tune bibin.” Têkiliya wan a bi ax û welatê wan re pergaleke wekheviyê jî saz kiriye di encamê de. Ji bo wan navend ax e û her tişt li gor vê axê diyar dibe. Hêz, desthilatî û otorîte li gor mirovan û asta wan saz nebûye. Ev têgeh bêtir di nav civakê de belav bûne û navendeke serdest li ser xwe ferz nekirine. Li gor çanda ereban ew bêtir di nav civakeke maderşahî de mezin bûne û civakeke pederşahî dûrî wan e. Ew di “welatê” xwe de pirsgirêkên xwe bêtir bi hev re li gor rêgezên êl û eşîrtiyê çareser dikin û bi salan e wisa dijîn. Li welatê ku amazîgh lê dijîn, ziman û çanda wan her çiqas hin ciyawaziyan bihewîne jî di dawiyê de em dibînin ku ji bo azadiya xwe li her welatî bi şêwazên cuda li hember navendên ku bindestiyê li ser wan ferz dikin yekitiya xwe ava dikin û têdikoşin. Ew ji wan navendên ku bêyî vîna wan der barê jiyana wan de biryaran didin qet hez nakin û dixwazin ji bo jiyana xwe tenê ew xwedî biryar bin.