19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî  PDK’ê bi şev û roj nobetê digirin

Di 5’ê cotmeha 2021’ê de PDK’ê kemînek danîbû. Di vê kemînê de 5 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên wan hêj radestî malbatan nehatiye kirin. Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ji bo wergirtina cenazeyan çûbûn ber Deriyê Sînor ê Sêmalka û kon vadan. Hefteyek e çalakiyên li pêş kon didome. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li vê çalakiyê bûn. Malbatan diyar kirin ku heta ew cenazeyan bistînin dê çalakiyê bidomînin.

Endamê TEV-DEM’ê Hogir Qamişlo, PDK hişyar kir û wiha got “Gel çend roj in bi girseyî tev li çalakiya li Sêmalka dibe. Bi sedan ciwan di çalakiyê de ne. Gel dibêje êdî sebra me nemaye. Heke cenazeyê me nede me êdî sebra me nemaye. Em ciwan diyar dikin heke cenazeyê me nedin me, em ê sînoran hilweşînin. Divê PDK baş bi vî tiştî zanibe.”

Sûad Mistefa ya ku dayika Hevrîn Xelef e jî tev li çalakiyê bû û wiha got: “Çalakiya ku me li ber Deriyê Sînor ê Sêmalka daye destpêkirin didome. Ji van kesên ku qaşo birayên me ne, heta ku em cenazeyê xwe bistînin, em ê çalakiya xwe bidomînin. Em li benda cenazeyan in.

Çalakger li ser sînor bi şev li dora agir stranan distrên û zêmaran dibêjin. Çalakger dirûşmên “Bimire îxanet, bijî berxwedana gerîla” berz dikin.