Rojnameya Heftane

Bi pirtûka xwe civakê rakir ser pêyan

“Dilê min ji ber xemgîniya hovîtî û neheqiyên ku gelê min ji koleyan re reva dibîne, parçe dibe. Hin şevan dema li gel te radizam dayikên kole ku zarokên wan ji destê wan tê girtin difikirim…

Bîlançoya zilma li ser kurdan

Li Tirkiyeyê êrîşên ku ji hêla dewlet û nijadperestan ve li kurdan tên kirin, didomin. Hefteya borî ev êrîş derketin asteke bilind ku dilê kurdan dag kirin û qet nayên qebûlkirin. Di êrîşan…

Li dijî qeyûman operasyona gendeliyê

Li bakurê Kurdistanê li dijî rêveberiya qeyûman cara yekemîn di nav hefteyê de operasyon hat lidarxistin.  Ji ber nelirêtiyên ku ji aliyê rêveberiya Qeyûmê Mustafa Yaman ve hatibûn kirin, di nav hefteyê de Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê li dijî Şaaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê operasyona gendeliyê da destpêkirin. Di çarçoveya operasyonê de  10 rêveberên payebilind ên tev li gelek bertîlxwarin û nelirêtiyê bûne hatine binçavkirin.

Mutehît û Midûrê Bajar ê DEDAŞ’ê Mehmet Bulut jî di operasyonê de hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin beriya niha li gel ku bi belgeyan nelirêtiya wan hatibû tespîtkirin jî ji kar nehatibûn avêtin û hatibûn parastin. Kesên hatine binçavkirin bi “Nelirêtî, bê usulî, zerar daye malê cemaweriyê, ruşwet hwd” tên sûcdarkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de der barê navên cuda de jî serlêdana sûc hatin kirin. Tê gotin ku der barê van kesên li wan gilî hatiye kirin dê kar û barê nû bê kirin.

Hatin girtin

Ji burokratên hatin binçavkirin Midurê Kent A.Ş. û Midûrê Dicle Elektrik Dağıtım A.Ş. (DEDAŞ) yê Mêrdînê Mehmet Bulut, Karmendê Protokola Walîtiyê û Şaredariyê Bulent Erdolu, Serokê Daîreya Rêyên Çoltarê Sinan Yildirim, berpirsiyarê karê şaredariyê Mehmet Derviş Duzgoren, Şeyhmus Demir û Ahmet Akçay hatin girtin û şandin girtîgehê. MÊRDÎN