25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî Talîbanê eniyek tê avakirin

Li gorî hin dezgehên medyayê yên herêmî li herêma Pencşêr a Afganistanê eniyeke berxwedanê li hemberî tevgera Talîban tê avakirin. Herêma Pancşêrê cih û warê Ehmed Şah Mesûd yê ku ji alî El Qaîdeyê ve hate kuştin bû. Li gorî wan çavkaniyan niha jî kurê wî Ehmed Mesûd serkêşiya vê eniyê dike. Her wiha li gorî nûçeyeke rojnameya Washington Postê piştî ku Kabul ketiye destê Talîbanê bi hezaran hêzên qumando û rayedarên payebilind ên artêşa Afganistanê li herêma Pencşêrê bicih bûne.

Ehmed Mesûd bang li welatên rojava kir ku li dijî Talîbanê alîkariya wan bikin.  Li gorî Mesûd leşkerên ku xwe li herêma Pencşêrê girtine bi xwe re gelek wesayit, tank, balafir û çekên leşkerî anîne.

Wekî tê zanîn cîgirê serokê Afganistanê Emrulah Salih yê ku nêzîkî Ehmed Mesûd e piştî ketina Kabîlê berê xwe dabû herêma Pencşêrê û xwe wekî serokê Afganistanê bi nav kiri bû.