spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî tundiya mêran performansa hunerî

Şêwekarê bi navê Diyako Xatûn ê ji bajarê Dihokê, li Silêmaniyê performanseke hunerî li dar xist. Şêwekarê başûrî bi performansa hunerî bal kişand ser pergala mêran û ferzkirinên wê yên li ser jinan.

Bi taybetî Xatûn bi xebatên xwe yên hunerî, hewl dide tundiya li ser jinên kurd bide nîşandan. Xatûn di performansê de bi boyaxeke sor û bi piyên xwe xelekekê xêz dike û her diçe wê xelekê mezin dike. Bi vê xêzkirinê desthilatdariya mêran a li ser jinan ku tim jinan di nav xelekekê de dizivirîne wek ‘bazne’ bi nav dike. Diyako der barê performansa hunerî de wiha dibêje: “Rengê sor ji bo min tê wateya êşên jinên Şengalê, Sûriyeyê û jinên penaber.”

Şêwekarê ji herêma Behdînanê diyar dike ku piraniya xebatên wî li ser rexnekirina zayendparêziya civakî, tundiya li dijî jinan, êş û azarên ku jin ji ber sedemên şer û tundiya hêzên desthilatdar in.

Diyako Xatûn diyar kir ku wî heya niha ev xebata xwe li Dihok, Silêmanî û Almanyayê nîşan daye.

SILÊMANÎ

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê