20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li dijî zimanê mêrdest zimanê jinan ê avaker

Dîroka rojnamegeriya kurdî bi weşana rojnameya Kurdistanê destpê dike. Rojnameya Kurdistaê, di 22’yê nîsana 1898’an de ji aliyê Miqdat Mîthad Bedirxan ve li paytexta Misirê Qahîreyê dest bi weşana xwe kir. Rojnama Kurdistanê ji 4 rûpelan pêk dihat û ji 15 rojan carekî, heta 1902’yan hat derxistin. Bi giştî 31 hejmarên Rojnameya Kurdistanê hene. Ev roj ji 22’ê nîsana sala 1973’yan de wek Roja Rojnamegeriya Kurdî hatiye ragihandin û tê pîrozkirin.

Rojnamegeriya kurdî bi Rojnameya Kurdistanê destpê dike û rojnameya wek Rêya Teze heta salên 90’î jî bi teqlan didome û ji salên 90’î vir ve jî bi xeta berxwedana li bakurê Kurdistanê bi rojnameyên wek Azadiya Welat rojnamegeriya kurdî bingeha xwe ya neteweyî sexlemtir dike. Bi sedan rojnameger di vê qadê de canê xwe dan û çandeke nû, feraseteke nû di qada rojnamegeriyê de ava kirin. Aliyê wê yê herî girîng jî ji xeta feminîst wêdetir di vê qadê de jî berxwedana jinan a ku dixwest zimanê serdest biguherîne.

Rojnamgeriya kurd û jin

Îro li gelek welatên cîhanê berxwedana jinên kurd tenê di rojeva sazî û dezgehên feminîst de di rojeva gelek derdorên cur be cur û ji aliyê gelek saziyên jinan ve tê nîqaşkirin. Navên jinên kurd her diçe di serî de li Rojhilata Navîn û pê re jî li gelek welatên Ewropa, Amerîka û hwd. belav dibe. Berxwedana jinên kurd a ku di gelek beşên jiyanê de guherînên rasteqîn li ser pêyên ‘jiyaneke azad’ ava dike, pergala serdest a mêran jî dixe bin lêpirsînê. Yek ji van qadên ku jinên kurd bi berxwedana xwe pergala hişmendiya mêr hejandiye jî bê guman qada rojnamegeriyê ye.

Bi munasebeta salvegera Rojnamegeriya Kurdî me jî berê xwe da rola jinan a di rojnamegeriya kurdî de.Têkildarî zehmetiyên ku jin di vê qadê de dikişînin û rola wan me bi rojnameger Bêrîtan Îrlan a ku di nîvê berxwedanê de li rojavayê Kurdisanê rojnamegeriyê dike, axivîn. Bêrîtan Îrlan ev 7 sal in di beşên cuda (DÎHA, ANHA û niha jî di JIN TV’yê de) yên çapemeniyê de cih girtiye.

Hê jî carinan em zimanên serdestan bikar tînin

Îrlan der barê zimanê rojnamegeriyê de da zanîn ku zimanê çapemeniyê zêde ji zimanê pergalê hê jî qût nebû ye û wiha got: “Mixabin gelek caran ragihandina azad jî ji vî zimanî bandor dibe. Her çiqas ku xebatkarên çapemeniya azad li ser xeta bîrdoziyê tev bigerin jî hîn di aliyê zimanê serdest û hişmendiyê de xwe ewqas jî pêş nexistîne. Jixwe civak bi hezaran sal in di bin desthilatdariya pergala mêrdest, feodal û desthilatdar de maye, di aliyê jinan de ne vekiriye. Di karê ragihandinê de gelek caran jin rast be jî û mêr xelet be jî gotina mêr esas tê girtin. Ev yek mirov diêşîne, lê rast e. Armanca me jî ew e ku em isbat bikin jin dikare karê herî baş û bi kalîte dikin. “

Rojnameger Îrlan di axaftina xwe da bal kişand ser rola jinên kurd a di qada rojnamegeriyê de û ev tişt anî ziman: “Îro jinên kurd di vê qadê de jî di roleke girîng de cih digirin. Tişta ku hêzê dide jinan jî mîrasa ragihandina azad a ku keda bi sedan jinan tê de ye. Lewma jî êdî guhertinek mezin di aliyê hişmendiya xebatkarên ragihandina azad de jî çêbûye. Zimanê ragihandina azad a ji bo jinan tê bikaranîn, jinan wek mirov, wek têkoşer û xwedî ked nîşan dide.”

Niha di cîhanê de du zimanên ragihandinê heye

Di axaftina xwe de Îrlan der barê zimanê rojnamegeriya giştî de jî dest nîşan kir ku zimanekî ku jinan tunedihesîbinin tê bikaranîn û wiha pêde çû: “Ragihandinên giştî zimanek ku jinan tenê wek milkê mêr dîtin û heta qetilkirina wê jî rewa tê dîtin, heye. Jixwe dema mirov li film, rêzefilm, rojname yan jî televizyonên wan dinerî derdikeve ber çavan. Jin weke amûrek tê nîşandan. Mirov dikare bêje ragihandina azad ev ziman rûxand. Em dikarin bêjin niha du ziman di ragihandina cîhanê de tên bikaranîn. Yek zimanê ragihandina azad û yek jî yê ragihandina pergalê ye. Ev herdû di nava şerekî de ne. Elbet zimanê ragihandina azad zimanê netewa demokratîk e. Çawa ku di aliyê pergalê de şer di navbera netewa demokratîk û pergala kapîtalîst de heye, şer di navbera zimanên wan de jî heye. Ragihandina azad jî xwedî li vî zimanî derdikeve. Xwe têr nabîne û her roj pêşketinê bi xwe re çêdike.”

Rojnamegerên li Rojava

Her wiha rojnameger Bêrîtan Îrlan di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya rojnamegeriya li rojavayê Kurdistanê û da zanîn ku li Rojava jin bi şoreşê ji nû ve hatine dine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Beriya şoreşê jinan ne dikarî li hember mêran biaxivin û  di nava civakê de fikrê xwe bînin ziman îro bi saya şoreşê û keda Tevgera Azadiyê derdikeve ser şaşê fikrê xwe bê tirs û xof dibêje, bûye rêvebera saziyan, jinên ku her tim di bin siya mêr de dihat girtin îro  xwe û axa xwe diparêze. Ji ber çapemenî jî parçeyek ji civakê ye, herî zêde ji bo derbasdar e. Îro saziyên me yên weke JIN TV, Star FM, JINHA û gelek saziyên me yên din hene. Li dijî zimanê mêrdest zimanê jinan ê avaker bikar tînin. Jinên ku mehkumê midbaxê hatibû kirin, îro analîzên siyasî, dosyayan, nûçeyan didin. Îro bi kamerayên xwe rastiya jinan û keda wê ya hatî dizîn derdixe ronahiyê. Elbet ev bi keda bi sedan jinên şoreşger hat bidesxistin. Jinên rojnameger jî bi vê mîrasê kar dikin û dengê xwe û yê şoreşê digihîne tevahî cîhanê.”