25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li gelek bajaran operasyonên siyasî 49 kes hatin girtin

Polîsan li  gelek bajaran operaasyon pêk anîn û bi ser malan de girtin. Li Amed, Stenbol, Batman, Edene, Şirnex, Dêrsim û Antalyayê bi lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê bi rê ve dibir polîsan bi ser gelek malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin. Di operasyonê de rêvebirên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratik a Gelan  (HDP) jî di nav de 20 kes hatine binçavkirin.

Hat ragihandin ku yên hatine binçavkirin bi hinceta endamtiya rêxistinê hatine binçavkirin û niha li Miduriyeta Polîsan a Edeneyê ne.

Mehmet Yaşik ê Rêvebirê HDP’ê yê Edeneyê, Mehmet Tûtûş û Cîgerxwîn Guven ên Rêvebirên TUAYDER’ê yên li Çikurovayê, rêvebirên Rêxistina Bajarî ya HDP’ê ya Edeneyê Berîvan Gokalp, Mehmet Yaşik, rêvebirê HDP’ê yê navçeya Seyhanê Dîndar Aksû, Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Wan Winda ya Akdenîzê Şukran Efeturk, Hasan Kocaman, Halîl Kocaman û gelekên din di nav binçavkiriyan de ne.

Hat ragihandin ku polîsan di serdegirtina mala Cîgerxwîn Guven de ciwanên li malê derb kirine.

Lêpirsîna binçavkirinê ya li Amedê

Serdozgeriya Serokkomariyê ya Amedê lêpirsînek da destpêkirin û girêdayî lêpirsînê der heqê 34 kesî de biryara binçavkirinê derxist. Li navenda Amedê, Qulp, Farqîn û Stenbol, Êlih û Antalyayê bi ser gelek malan de girtin û di biserdegirtinan de 29 kes hatin binçavkirin.

Hin kesên ku di van biserdegirtinan de hatine girtin ev in: Hevserokê Berê yê Şardariya Êlihê Sabrî Ozdemîr, Hevserokê Berê yê rêxistina Bajarê Amedê yê HDP’ê Cabbar Leygara, wekîlê Hevserokê Bajarê Amedê yê HDP’ê Îrfan Soner, rêvebirên bajêr Arîf Bulut, Newroz Reşîtoglu û Ramazan Kiziltepe, Hevserokê Berê yê navçeya Rezanê Mehmet Atlihan, endamên Meclisa Şaredariya Bajarê Nû Alaatîn Zugurlî û Yusuf Sokmen, Şahîn Tenriverdî û Kadrî Atli yê 81 salî..

Sedema binçavkirinan ne diyar e û kesen hatine binçavkirin birin Midûriyeta Emniyeta Bajarê Amedê.