25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê 550 hezar darên zeytûnan birîn

Piştî di adara 2018’an de Efrîn hat dagirkirin, heta niha gelek binpêkirin û sûcên mirovahiyê û şer li dijî gelê Efrînê pêk hatin. Ji bo xelkê Efrînê mecbûrî koçberiyê bikin bi gelek awayan mafên mirovan têne binpêkirin. Ji bo guhertina demografîk pêk bînin gelek mafên mirovan binpê dikin. Dewlet û siyaseta Tirkiyeyê sê sal û nîv in li ser vê yekê dixebitin. Yek ji dosyayên hêzên îslamîst û cîhadîst ên girêdayî Tirkiyeyê girtin û revandin e. Ji roja Efrîn dagir kirine heta niha revandina mirovan didome.
Têkildarî rewşa Efrînê ya 3 sal û nîvên dawî Rojnameger û çalakvanê xelkê Efrînê Muhamed Bilo agahiyên rewşa dawî bi me re parve kirin. Bilo anî ziman di sê sal û nîvên dawî de nêzî 10 hezar welatiyên kurd tûşî revandin û girtinê bûne û wiha got: “Di meha tebaxê de 5 heb jin bi giştî 134 welatiyên kurd hatine revandin. Kal, pîr û ciwan jî hene. Di hefteya yekemîn a îlonê de 3 jê jin bi giştî 16 kes hatin girtin.”

30 komên çekdar li Efrînê hene

Bilo da zanîn ku kesên têne girtin û revandin ji ber kurd in têne revandin û wiha axivî: “Ew bi sedemên rakirina çekan, tevlêbûna hêzên YPG’ê û têkiliya bi Rêveberiya Xweser re mirovan digirin. Ji bo wan di aliyê aborî de bêzar bikin û koçber bikin fîdye ji wan distînin. Hin çavkanî qala hezar-hezar û sed kesên girtî dikin. Rayedarên Tirkiyeyê heta niha destûr nedane ku parazvanên mafên mirovan ên serbixwe derbasî zindanan bibin. Li Efrînê û derdora Firatê jî gelek zindan hene. Zindana herî tê zanîn Zîndana Raa ye. Zindana Raa li herêma Babê ye. Piraniya girtiyên kurd dişînin vê zindanê. Yek ji zindana navendî ya li Efrînê Zindana Maratê ye. Ji xeynî hêzên Tirkiyeyê nêzî 30 komên çekdar li Efrînê hikûm dikin.”

Dixwazin Efrînê bikin dojeh

Bilo bal kişand ser ewlehiya şêniyên Efrînê û wiha berdewam kir: “Di nava Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (ANS) de nêzî 30-31 komên çekdar hene. Tirkiyeyê çend gund dane wan. Li gorî mezinbûna komên çekdar 5-6 gund dane koman. Komên çekdar li wir xelkê digirin, dikujin, dest datînin ser mal û milkên wan. Li herêma Efrînê hukmê daristanan li wir tê meşandin. Serokên komên çekdar li wir li gorî dilê xwe biryaran didin. Kes nikare hesab jê bipirse û wî darizîne. Tirkiyeyê desthilatdara mutlaq a bêserûber xistiye destê van komên çekdar. Ji bo Efrînê ji gelê Efrînê re bikin dojeh her tiştî dikin.”
Bilo li ser erdnîgariya Efrînê jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Nêzî 4 sed gundên wê hene. Nêzî 3 hezar kîlometre çargoşe fireh e. Ji sedî 97 xelkê wê kurd bûn. Hinek eşîrên ereban hebûn. Ew jî di salên 1960’î de hikûmeta Sûriyeyê anîn li Efrînê bi cih kirin. Beriya ku Efrîn bê dagirkirin nêzî 350 hezar kurd lê hebûn. Bi hezaran jî xelkên ereb hebûn. Piştî şerê 2018’an nêzî 200 hezar însan hatin koçkirin. Niha nêzî 100-125 hezar însanên ku piraniya wan kal û pîr in mane. Hejmara keç û xortan di nava wan de pir kêm in. Piştî koçkirinê, li gel îtîfaqên Astana ya Rûsya û Sûriyeyê guhertina deveran çêkirin. Gundiyên li herêma Şam, Hemas û Idlibê anîn li Efrînê bi cih kirin. Xelkê Efrînê ji Efrînê koçber kirin. Malbatên li Efrînê bi cih bûne, malbatên çekdar ên îslamîst in. Nêzî 400 hezar kes ji derve anîn li malên kurdan (efrîniyan) bi cih kirin.”

Li Efrînê gundên nû ava dikin

Bilo li ser guhertina demografiyê jî rawestiya û wiha pê de çû: “3-4 meh in planeke nû dane destpêkirin. Gundên nû li Efrînê ava dikin. Ji bo xelkên ereb û turkmenan gundên nû ava dikin. Li ser axa êzdiyan li tenişta gundê Bafrûnê gundekî nû ava kirine. Gundek jî nêzî gundê Xanta yê navçeya Şêrava ava kirine. 2 gundên din li ser Çiyayê Qaziklî ava kirine. Gundê din li nêzî gundê Şadêrê yê navçeya Cindirêsê ava kirine. Li navçeya Şiyê jî bingeha 3 gundan danîne. Tirkiye dixwaze rûyê demografiya Efrînê bê guhertin. Gundên têne avakirin, fînansa xwe ji komeleyên girêdayî dewletên Qatar û yên ereb digirin. Tirkiye û oposîzyona Sûriyeyê, îtîlafa Sûriyeyê hewl dan pereyan ji hin dewletên ewropayê bînin. Lê ev pêk nehat. Niha dest avêtine komeleyên xêrxwaziyê yên girêdayî rêxistina navdewletî ya Îxwanê Muslimîn (Birayên Muslimîn). Bi taybetî alîkariyê ji komeleyên li Qatar, Kuwêt û Îsraîlê digirin.”

Çand û dîrokê wêran dikin û didizin

Muhamed Bilo bal kişand ser talankirina warên dîrokî jî û wiha pê de çû: “Her komeke çekdar dest danîne ser çend gundan. Mal û milkên efrîniyên koçber bûne bi temamî desteser kirine. Bacê li ser xelkê ferz dikin. Hem malên wan desteser kirine û hem bacê li wan ferz dikin. Efrîn di aliyê şûnwarên dîrokî de herêmeke pir dewlemend e. Ji roja dagirkeriyê heta niha, tîmên taybet ên Tirkiyeyê bi alavên taybet, şaristaniyên ji hezaran salan mane, dikolin û berhemên dîrokî didizin. Li gorî rêxistina li ser meseleyên şûnwaran lêkolîn dike, heta niha 71 cîgehên dîrokî hatine kolandin. Gelek girên şûnwarî ne. Bi dozer û kepçeyan giran dikolin û xera dikin. 3 cihên herî navdar ê di lîsteya UNESCOyê de hatine tomarkirin hene. Cîgeha Girê Endarê ye. Şêrek li ser e. Ev şêrê ku ji Şaristaniya Mîtaniyan maye hatiye dizîn. Dîsa cîgeha din ê Nebîhorî ye. Ew jî bi şanoya xwe ya dîrokî ku ji Romayan mabû tê nasin. Jê re dibêjin Bajarê Qurş yan jî Sîrûs. Xelkê herêmê jê re dibêjin Nebîgorî. Tev bi kepçe û dozeran kolandine û berhemên li vir derketine tev dizîne.”
Bilo helwesta hikûmeta Sûriyeyê jî rexne kir û wiha bi lêv kir: “Heta niha li ser diziya van şûnwaran tu rapor amade nekirine û tu daxuyanî nedane. Hikûmeta Sûriyeyê li dijî dagirkirina Efrînê tu gav neavêtiye. Rêxistinên kurdan tenê li ser asta ragihandinê dixebitin û wan belge dikin. Van belgeyan dişînin rêxistinên navdewletî.”

550 hezar darên zeytûnê birîn

Bilo bal kişand ser darên zeytûnan û bereketa axa Efrînê û talankirina piştî dagirkirinê û ev agahî parve kir: “Cihekî herî zêde bi bereket e. Cihê herî bingehîn ê darên zeytûnan e. Berî Efrînê dagir bikin nêzî 18 milyon darên zeytûnê hebûn. Dahatûya gelê Efrînê li ser çandiniya zeytûnan bû. Dar û berên fêkiyan jî hene. Bi taybetî li navçeya Reco û Bilbilê rez pir in. Gelê Efrînê di aliyê pîşesaziyê de pir çalak e. Li wir fabrîqeyên çêkirina sabûnê û komirê hebûn. Nêzî 17 fabrîqeyên girêdayî çandiniyê hebûn. Tev hatin talankirin. Nêzî 550 hezar darên zeytûnê hatine birîn. Wan dikin êzing û difiroşin herêma Idlib, Ezaz û Tirkiyeyê. Daristanê dibirin û dişewitînin. Ji 30 hezar hektar daristanên xwezayî, 11 hezar hektar hatine tunekirin.”

Ziman bi tirkî û erebî ye

Muhamed Bilo herî dawî li ser rêveberî û perwerdeya li dibistanan jî rawestiya û wiha got: “Piştî dagirkirinê Tirkiyeyê li Efrînê encumenên xwecihî çêkirin. 7 encumen in. Yek jê ji bajarê Efrînê û 6 jî ên navçeyên derdorê ne. Tu erka wan tune. Nikarin tu xizmetê bikin. Desthilatdariya herî mezin a çekdaran e. Ev encumen meseleya perwerdeyê jî bi rê ve dibin. Perwerdeya li aliyê Cindirêsê, Qirikxanê, Şerran û Efrînê di destê wan de ye. Materyalên di perwerdeyê de têne xwendin aydî oposîzyona Sûriyeyê ne. Bi erebî ne. Li bajarê kurdan zimanê kurdî ne fermî ye. Zimanê perwerdeyê kirine tirkî û erebî. Di Rêveberiya Xweser a Efrînê de zimanê perwerdeyê bi kurdî bû. Materyal bi kurdî bûn. Navê kolan, tax û qadan tev ewil bi kurdî û pişt re bi erebî dihat nivîsandin. Lê niha tenê bi zimanê erebî û tirkî ye. Zimanê kurdî li hin dibistanan hefteyê tenê 2 saetan tê dayîn. Li 6 navçeyên Efrînê zimanê kurdî tune ye. Tenê li bajarê Efrînê 16 dibistan hene. Ji van 16 dibistanan jê 4 dibistan kirine baragehên leşkerî. Komandoyên Tirkiyeyê di dibistana Feysa Qedûr de cih girtine. Di dibistana bazirganiyê de jî polîsên leşkerî cih girtine. Dîsa li dibistana Eshar Efrîn polîsên sivîl ango îstîxbarata Tirkiye cih girtiye.”