spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê çete bi hev dikevin

Li gorî çavkaniyên rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê di van rojên dawî de şerê li ser parvekirina mal û mikên efrîniyan di nav endamên komên çete de gur bûye.

Li bajarê Efrînê ku bûye navendeke civandina çeteyan di navbera endamên çeteyên ‘Ehrar El Şerqiye’ û ‘Yekîneya Nehan’ de şer derket. Sedemê şer ew e ku bi hinceta valakirina û vegerandina malên efrîniyan li xwediyê wan, her komeke çete dixwaze bi vê hincetê endamên komên din ji malan derxîne ew bikevin şûna wan.

Li ser van nakokiyan qaşo lijneyek hatiye avakirin ku navê ‘Lijneya vegerandina mafan’ li xwe kiriye û lijneyê biryar daye ku nabe tu komên çekdar endamên komeke din ji malan derxînin.

Di 16’ê meha îlonê de ciwanek bi navê Omer Oşaxî dema ku xwestiye ji navçeya Racoyê vegere Efrînê endamên çeteyên ‘El Cebha El şamiye’ ew girtine û ji malbata wî xwestine ku 20 milyon lîreyên sûriyeyê bidin wan da ku wî serbest berdin.

Her wiha endamên çeteyên ‘Sultan Murad’ li navçeya Bilbilê ya Efrînê welatiyek girtine û ji malbata wî xwestine ku 400 hezar lîreyên sûriyeyê bidin wan da ku wî berdin.

Beriya çend rojan endamekî çeteyên ‘El Cebha El şamiye’ li taxa Eşrefiyê ya Efrînê xaniyê welatiyekî Efrînê bi 1400 dolarî firotiye endamekî Firqet El Hemza.

Di heman çarçoveyê de û di nava bangên vegera li Efrînê de hîna revandina û girtina xelkên Efrînê ji aliyê komên çete ve berdewam dike.