spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê dawî li dizî û talanê nayê

Li gorî çavkaniyên saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê komên çekdar ên girêdayî dewleta tirk ji sala 2018’an de bênavber talankirina cih û warên dîrokî ên herêma Efrînê berdewam dikin.  Komên çete ên ku navê (Artêşa Niştimanî) li xwe dikin, ji sala 2018’an de piştî dagirkirina Efrînê dest bi talanakirina mal û milkên efrîniyan kirin. Di demên dawî de ji bilî diziya zeytûnan, birîna darên zeytûnan, revandina mirovan, ferzkirina bace û fîdyeyan, wan deverên dîrokî jî xera dikin.

Ew komên çete ên qaşo nûnertiya muxalefeta Sûriyeyê dikin berhemên dîrokî ên ji wan deveran derdixin difiroşin û ji xwe re kirine wekî bazirganiyekê.

Yek ji wan deverên dîrokî ên ku rastî dizî û talanê hatiye girê Keşûr ê navçeya Raco ya Efrînê ye.  Cara pêşî di sala 2018’an de çeteyan bi dozeran beşekî ji gir xerakirin û di sala 2019’an de dîsa beşeke din ji wî girê dîrokî xerakirin. Niha jî di sala 2021’ê de dîsa wan komên çete di bin çavdêriya leşkerên tirk de makîneyên kolanê anîne wir û hema bêje ew gir êdî nemaye û bi erdê ve rast bûye.