25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê her tişt bi agahiya NY’ê pêk hat

Di 20’ê çileya 2018’an de Tirkiye bi piştgiriyeke navneteweyî li dijî Efrînê êrişeke dagirkeriyê da destpêkirin û bi komên xwe yên paramîlîter re di 18’ê adara heman salê de Efrînê dagir kir. Piştre Tirkiyeyê komên xwe yên paramîlîter li navenda bajar û navçeyên wê bi cih kir. Ji vê salê ve li Efrînê tacîz, tecawiz, xesp, dizî, qaçaxiya mirovan, qirkirina dîrok û xwezayê pêk tê. Her wiha bi van êrişên dijî mirovahiyê re li Efrînê demografî jî tê guhertin. Bajarê ku navenda demokrasî, zanîst û perwerdeyê bû niha bûye navenda sûcê qrîmînal û ev yek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve tê dîtin û qeydkirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ku di 31’ê kanûna 2021’an de aşkera kiriye, ji 18’ê adara 2018’an heta niha 300 hezar sivîl ji Efrînê hatine koçberkirin û ji herêmên cuda 400 hezar kes li Efrînê hatine bicihkirin. Gelheya kurdan ji sedî 25 hat kêmkirin. Di nav 4 salan de 8 hezar û 63 kes hatine revandin, 84 jin hatine kuştin, destdirejî li 70 jinan hat kirin. Li gorî bîlançoye ji 655 welatiyan zêdetir hatine kuştin û 303 zarok û 213 jin jî di nav de 696 kes hatine birîndarkirin.  333 hezar û 900 darên zeytûnan hatine birîn. 60 cihên dîrokî hatin rûxandin.

Gelek caran êrîşê Efrînê kirin

Rojnameger Nazim Daştan ê ji roja êrîşa dagirkirina Efrînê dest pê kir û heta dawiyê şerê li Efrînê şopand, axivî. Daştan, destpêkê de qala pêvajoya beriya êrîşên dagirkeriyê kir û da zanîn ku ji ber modela wê ya bêhempa ji deverên cuda yên Sûriyeyê bi hezaran kesî berê xwe daye Efrînê û wiha got: “Ji sala 2012’an heta 2018’an rêxistinên mîna DAIŞ, El Nûsra û OSO’yê gelek caran êrişên Efrînê kirin, lê bi ser neketin. Ev hemû êriş jî ji aliye Tirkiyeyê ve dihatin rêxistinkirin. Ji ber ku bi van êrîşan bi ser neket Tirkiyeyê di 20’ê çileya 2018’an de êrîşa dagirkirina Efrînê da destpêkirin. Dema ku êrîşan dest pê kir rayedarên tirk gotin ku wê di 24 saetan de Efrînê dagir bikin lê bi berxwedaneke bi qasî 2 mehan re rû bi rû ma. Berxwedanê bi paramîlîterên ku Tirkiye wan xwedî dikir da şikandin.”

Bi hevkariyên dewletên navneteweyî êrîş pêk hatin

Daştan destnîşan kir ku êrîşa dagirkirina Efrînê bi erêkirina hêzên navneteweyî pêk hatiye û têkildarî mijarê de ev tişt anî ziman: “Bi taybetî jî bi lihevkirina Rûsya û Tirkiyeyê êrîş pêk hatin. Amerîka û hêzên Ewropayê jî pişt re tev li bûn. Bêyî destûran wan ne pêkan bû ku Tirkiye herêmê dagir bike. Dema ku li Efrînê berxwedan nehat şikandin qirkirinê dest pê kir. Ev qirkirin di çarçoveya peymanên navneteweyî de pêk hat. Hêzên li herêmê jî bûn hevparê vê. Ji ber ku berxwedanê hevsengiya Tirkiye û hêzên navneteweyî xera kir, hevdîtinên NY’yê pêk hatin. Di meha yekemîn a êrişan de Tirkiye asê ma û ji Rûsya û welatên Ewropayê alîkarî xwest. 2 hefte dem ji Tirkiyeyê re hat veqetandin da ku rê û rêbazên nû bibîne. Ev hemû bi mekanîzmayeke ku NY’yê jî têde cih girt ve pêk hatin. Li Efrînê agirbest çênebû û hemû ji bo Tirkiyeyê dem veqetandin.”

‘Divê Tirkiye li dadgehên navneteweyî bê darizandin’

Di berdewamê de Daştan bi lêv kir ku zêdetirî 50 rêxistinan di bin navê OSO’yê de êrişî Efrînê kirine û axaftina xwe bi wiha bi dawî kir: “Hemû rêxistinên dînperest di dagirkeriyê de cih girtin. Di van rêxistinan de komên ku DAIŞ’ê wan bi rê ve biribû jî hebûn. Ev kom yên herî balkêş bûn. Muslîm Şîşanî ku xizmê Omer Şîşanî yê DAIŞ’î ku di êrişên ser Kobanê de cih girtibû jî hebû. Şîşanî bi hemû komên di dagirkirina Efrînê de cih girt. Rêxistinên mîna El Nûsra, Cephet Şamiye, Tûgaya Hamza, Tûgaya Mûrat, Tûgaya Fatih Sûltan Mehmet ku berê di bin sîwana DAIŞ’ê de bûn jî hebûn. Tirkiye hem di bejahiyê de hem jî di hewa de piştgiriya van rexistinan dikir. Bi vî awayî komkujî pêk hat. Hê jî êrîş li Efrînê pêk tên û aqûbeta bi hezaran mirovan nayê zanîn. Her roj bi hezaran darên zeytûnan tên birîn. Li bajar mirov nikare qala mafê mirovan bike. Sûcê şer tê kirin û divê Tirkiye li dadgehên navneteweyî bê darizandin.”