25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Efrînê li dijî jinan sûcên şer

Tirkiyeyê di 20’ê Çileya 2018’an de bi alîkariya Rûsyayê êrîşî Efrînê kir û piştî 58 rojan di 18’ê Adarê de Efrîn dagir kir. Di encama êrîş û dagirkirinê de sûcên hovane  li dijî şêniyan, bi taybet li dijî jinan pêk hatin. Tirkiyeyê bi hêzên xwe yên wek komên çeteyan, jin revandin, destdirêjî li wan kirin û bi dehan jin qetilkirin.

Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyeyê der barê sûcên li Efrînê hatine kirin de raporek amade kir û sûcên Tirkiyeyê û komên çeteyan ên li dijî jinan belge kir. Li gor encama raporê di nav du salan de li Efrînê 66 jin hatin qetilkirin, zêdetirî 149 jin hatine revandin, 178 jin jî rastî îşkence û destdirêjiyê hatin.

Şênî ji ber êrîşan koçber bûn

Di rapora ku sûcên Tirkiyeyê yên bi komên çeteyan dide kirin, bi taybetî  hatin nirxandin. Navenda Lêkolînan diyar kir ku dewleta tirk tevahiya qanûn û peymanên navneteweyî binpê kiriye û ev tişt hat gotin: “Ji destpêka êrîşên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê, hejmara şêniyên ku ji ber êrîşan koçber bûne, gihaşt derdora milyonek sivîl, piraniya wan kurd in û bi rêjeya ji sedî 60’î jin in. Bi hezaran sivîlan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Zêdetirî 500 hezar sivîl ji şêniyên Efrînê yên resen û koçberên ku tê de bi cih bûne, ji ber êrîşên topan koçber bûn. Li gel wê çeteyên dewleta tirk dest danîn ser milkên şêniyan ku wekî xenîmet bin, bi rêya guhertina navên herêman û saziyên bi navên erebî û tirkî nivîsandin, meclisên herêmî yên girêdayî dewleta tirk bi rêveberiya çeteyan hatin avakirin.”

66 jin kuştin

Navendê di raporê de bi bîr xist ku dewleta Tirkiyeyê  ji sûcên ku komên çeteyan pêk tînin, berpirs e, ji ber dagirkirin, şer binesaziya civakê perçe dibe, rola jinan tê paşguhkirin, bi vê ve girêdayî jî newekhevî şax dide, asta tundiya li dijî jinan her diçe zêdetir dibe û ev tişt anî ziman: “Tirkiye û komên çeteyên wê li gund û navçeyên kantona Efrînê di îşkenceyê û topbaranê de zêdetirî 66 jin kuştin. Zêdetirî 149 jin revandine. Her wiha destnîşan kir ku 178 jin birîndar bûne û rastî tecawizê hatine. “

Jinên bênasname

Her wiha Navendê der barê bûyerên kuştina jinên ku nasnameya wan ne diyar in de hin agahî parve kirin. Li gorî van agahiyan;  di 28’ê çileya 2018`an de li navçeya Cindirêsê ya Efrînê jineke 55 salî ji ber topbaranê hate kuştin. Di 19’ê Mijdara 2019`an de jineke ciwan li bajarê Efrînê hate kuştin û cenazeyê wê li gundê Kanî Gewrikê yê navçeya Cindirêsê li ber kaniya gund hate dîtin.

Jinên hatin revandin û windakirin

Navendê diyar kir ku ji destpêka dagirkirina Efrînê ve zêdetirî hezar û 564 sivîl rastî tundiya dewleta tirk û çeteyên wê hatin û 149 jin hatine revandin, çaranûsa gelek ji wan nayê zanîn. Navên hin jinên ku çaranûsa wan nayên zanîn ev in: “Gulê Silêman ji gundê Basûtê ye û ji hêla çeteyên Mertala Firatê ve di destpêka 2018`an de hatiye revandin. Heyfa Casim ji pêkhateya ereb e, ji ber tawana têkiliya bi Rêveberiya Xweser re ku di nexweşxaneya Avrîn de hemşîre bû, hate revandin. Xedîce Mistefa Berko (23) ji hêla cendermeyên tirk ve, Emîne Hisên (60) ji hêla çeteyên Feyleq El-Şam ve, Ayat Ehmed Reşîd û Sefa Ibrahîm El-Şear hatin revandin. Di 11’ê Gulana 2018`an de jina bi navê Xedîce ji hêla îstixbarata Tirkiyeyê ve ji mala xwe ya li taxa Eşrefiye ber bi cihekî ne diyar ve hate revandin. Di 19’ê gulana 2018`an de Hesna El-Îd a ji pêkhateya ereb e ji hêla çeteyên dewleta tirk ve ji navçeya Cindiresê ber bi cihekî ne diyar ve hate revandin. Siyasetmedar Xalîde Silêman endama Partiya Demokrat a Pêşeverû ya Kurd li Sûriyeyê ji gundê Birka yê navçeya Mabatayê ji hêla ewlehiya siyasî ya girêdayî dewleta tirk ve ber bi cihekî ne diyar ve hate revandin. Ew cara duyemîn bû ku Xedîce tê revandin…”

Sûc hatin belgekirin

Endama Rêveberiya Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyeyê Etiye Yusif piştî parvekirina raporê axivî û da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê li gel zextên li bakurê Kurdistanê yên li dijî kesên ku mafên jinan diparêzin, li jinên herêmên dagirkirî yên Sûriyeyê jî dike. Etiye Yusif destnîşan kir ku Navenda Lêkolînan gelek sûcên li dijî jinan li Efrînê bi delîlan belge kirine û piştrast kir ku ji ber tirsê gelek jin nikarin sûcên li wan tên kirin, bînin ziman.

Etiye Yusif di dawiyê de ragihand ku wan ev dosya ji tevahiya aliyên têkildarî mafên jinan û mafên mirovan re şandine û bang kir ku sûcdarên sûcên şer ên ji hêla dewleta tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin, werin darizandin. QAMIŞLO