Thursday, October 28, 2021

Li Efrînê sivîlek bi îşkenceyê hat qetilkirin

Li Efrînê komên girêdayî dewleta Tirkiyeyê sûcên xwe yên dijî mirovahiyê didomînin.  Di sala 2018’an de bi dagirkirina Efrînê re li gund û navçeyên Efrînê komên girêdayî dewleta Tirkiyeyê sivîlan direvînin, winda dikin û dikujin.

Hat zanîn ku welatiyê bi navê Mihemed Hisên Misto (49) di zindana çeteyên Feyleq El-Şam de, ji ber îşkenceyê jiyana xwe ji dest da.

Mihemed Hisên Misto ji şêniyên gundê Beyê yê girêdayî navçeya Şêrawa yê Efrînê ye. Misto ji aliyê çeteyên Feyleq El-Şam ve hatibû revandin û çeteyan ew biribû zindana gundê Îska yê Şêrawa. Lê belê piştî 10 rojan bi berdêla hezar dolar û 5 teneke zeyt hat berdan.

Çeteyan di 15’ê Nîsanê careke din Mihemed Hisên Misto ji nû ve revand.

Di zindana gundê Îska de 3 rojan bi domdarî îşkence li Misto hat kirin. Di encamê Misto rakirin  nexweşxaneya bajarê Efrînê, lê di 4’ê hezîranê de ji ber îşkenceyê jiyana xwe dest da.Her wiha hat zanîn ku malbata Mihemed milyonek lîreyên Sûriyê da çeteyan heta ku cenaze wergirt. EFRÎN