spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Êlihê polîsan mudaxeleyî daxuyaniyê kir, parlamenter derb kirin

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê xwestin ji bo êrîşa ku li hemberî Rêxistina Bajêr ya HDP’ê ya Îzmirê daxuyaniyekê bidin. Dayikan li pêş Kargeha Nasiroglu ya Êlihê civiyan û xwestin ku daxuyaniya xwe belav bikin. Lê polîsan kom dorpêç kir û nehişt ku kom daxuyaniyê bide  û mudaxeleyî komê kir. Di mudaxeleyê de polîsan li parlamenterên HDP’ê Mehmet Rustu Tiryakî û Nejdet Îpekyûz xistin. Hevşaredarên Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz ku qeyûm li şûna wan hatibûn tayînkirin û Berdevkê TJA yê Êlihê Gulistan Sonuk, Hevserokê HDP’ê yê bajêr Fatma Ablay û gelek kesên din jî ji aliyê polîsan ve hatin kişkişandin û binçavkirin. Gelek polîsan Demîr li erdê dirêj kirin û ew bin çav kirin. Parlamenter Tîryakî jî ji aliyê sê heb polîsan ve bi zorê hat binçavkirin.

Polîsan bi mudaxeleyekî tundrew Hevşaredarên Şaredariya Êlihê Mehmet Demîr û Songul Korkmaz, Berdevkê TJA’yê yê Êlihê Gulistan Sonuk, Hevserokê HDP’ê yê Bajêr Fatma Ablay, Hevserokê Navçeya Hezoyê yê HDP’ê Omer Ermen, rêvebirên bajêr yên HDP’ê Emîn Şahîn, Macît Çeken, Huseyîn Akman, Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Şakir Can jî di nav de 16 kes hatin binçavkirin.