23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Enqereyê êrîşê malbateke kurd kirin

Di nav meha tîrmehê de gelek caran êrîşên nijadperestiyê li hemberî malbatên kurd çêbûn. Herî dawî li navçeya Elmadağ a Enqereyê, li Kuçeya Derya ya Taxa Îsmetpaşayê nijadperestan êrîşî malbateke kurd kirin. Êrîş, duh bi şev, der dora saet deh û nîvan pêk hat. Jina bi navê Z.D. a ji Gevera Colemêrgê ye rastî êrîşa cîranên xwe hat. Cîranên wê dijûn û xeberên çors lê kirin û gotin ‘kurdên heram’, ‘terorîst’. Z.D.yê der barê êrîşê de ev yek anîn ziman: “Ez û 5 zarokên xwe ev 2 sal in em li vir dixebitin. Ev çend hefte ne çêr û dijûnan li me dikin. Apartmana li kêlekê ji bo ku em van deran biterikînin îmze berhev kiriye.”

Z.D. ya ku ji hevjînê xwe veqetiyaye û bi 5 zarokên xwe re dimîne, diçe paqijiya malan dike û ev du hefte ne li xaniyekî digere. Z.D. anî ziman ku duh li cem zarokên wê gotine ‘em kurdan naxwazin’ û êrîşê wan kirine û wiha got: “Lawê min jî ji tirsana rahişt kêrê. Pey re polîsan gef li lawê min xwarin. Polîsan got: “Cihê em lê ne te rahiştiye kêrê, me dikaribû gule berda te’. Malbatê piştî van êrîşan bar kir çû Hasanoglanê.

Êrîşên nijadperest her diçin zêdetir dibin

Herî dawî di 17’ê tîrmeha 2021’ê de li Îzmirê êrîşî avahiya HDP’ê kirin. Denîz Poyraz qetil kirin. Di 19’ê tîrmehê de li bajaroka Dereçîne ya navçeya Sultandagi ya Afyonê êrîşî karkerên kurd kirin. 7 karkerên kurd birîndar kirin. Di 21’ê tîrmehê de li navçeya Altindag a Enqereyê êrîşî malbateke kurd kirin. 2 kes bi giranî 4 kes birîndar kirin. Di 21’ê tîrmehê de li navçeya Meram a Konyayê 60 kesî êrîşî malbata kurd kir. Hakim Dal ê 43 salî qetil kirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê